Jin bi reng û tilîliyên xwe diherikin qada 5'ê Hezîranê

AMED - Bi hezaran jin, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo beşdarî mitinga fînalê ya li Qada 5'ê Heziranê ya Amedê bibin bi reng û tilîliyan diherikin qada 5'ê Hezîranê.

Mîtînga Jinan a fînala 8'ê Adarê ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi şîara “Bi Berxwedana Jinê dê Azadî bi Serkeve" li qada 5'ê Hezîranê (İstasyon) bi tevlêbûna hezaran jinan dest pê kir. Jinên jin ên rojnameger ku ji bo mîtîngê bişopînin hatin qatê di nokteya lêgerînê ya mîtîngê bi hinceta qerta çapemeniyê ya zer tune hatin rawestandin. Jinên rojnameger piştî demekêhatin rawestandin derbasî qada mîtîngê bûn.

Jinên ku bi reng û çarikên xwe yên kesk, sor û zer di nokteya kontrolê re derbas bûn, di ketin qada mîtîngê rastî astengiya polîsan hatin. Jinan astengiya polîsan nas nekirin û bi têkoşîna xwe astengiya polîsan derbas kirin û ketin qada mîtîngê. Bi hezaran jin beriya mîtînga fînalê dest pê bike bi cil û bergên xwe yên rengîn ketin qada mîtîngê ya 5'ê Heziranê. Jinan li qada mîtîngê pankarta “Bi berxwedana jinê dê azadî bi serkeve” û “Bi Azadiya Jinê ber bi Jiyana Azad", “Na-Xêr li her derê ne. Ji ber ku em jin mi her dere ne" û “Bijî 8’ê Adarê” vekirin. Li gel pankartan alên TJA, HDP û DBP'ê hatin vekirin. Jinên ku bi cilên xwe yên rengîn qada mitîngê tije kirin, li qadê bi stranên xwe govend gerandin. Stran û govenda jinan a li qadê didome.

Jinên ku bi tilîlî stranên xwe govendê digerînin bê navber siloganên “Jin jiyan azadi”, “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û “Em dê Cîhana bê serok bi serê we de xera bikin" û “Bijî Serok Apo” berz drikin. Li qada mîtîngê strana referendumê ya "Na" ya HDP’ê coşa jinan zêdetir dike. Jin li gel muzîkê dengê “Na” diqîrin. Gelek jinên bajar û navçeyên derve jî bi komî hatin qada mîtîngê û coşa jinên li qadê zêtir kir.

Jina ku stêrka kesk, sor û zer li ser çarika wê ya spî hatibû neqişandin rastî astengiya polîsan hat, lê bi berxewdana xwe ket qadê.
Herikîna jinan a qata mîtîtîngê bi coşek mezin didome.