Parlamenterên jin ên girtî: Em dê bi hêza xwe cîhaneke din ava bikin

NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterên jin ên girtî yên HDP'î peyama 8’ê Adarê şandin. Li ser navê jinan Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag peyam şand û wiha got: “Di 8’ê Adarê de jî em ê vê hêza xwe ya xwe dispêre bi hezaran salan, bi mîlyonan caran li rûyê dagirkeran biqîrin: Na! Em ê, cîhaneke din ava bikin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag û parlameterên jin ên HDP’ê yên girtî, peyama 8’ê Adarê şandin. Peyamên parlamemterên girtî yên hatin şandin wiha ne:

Fîgen Yuksekdag: Kesên ku bikaribin zîhniyeta yekparêz û dîktatoriyal têk bibin jin in. Dema ku em vê dibêjin em propagandayeke hişk nakin. Em vê gotina xwe bi awayekî şênber dibêjin. Jin rêxistinvanên herî xwezayî yê Na’yê ne. Di 8’ê Adarê de jî em ê vê hêza xwe ya ku xwe dispêre bi hezaran salan, yanî em ê hêza xwe ya redkirinê ya bi salan, li hemû qadan, li kolanan, carekedin bi hezaran car û bi mîlyonan caran li rûyê dagirkeran biqîrin: Na! Em ê, cîhaneke din ava bikin.

Besîme Konca: Ez hemû jinên berxwedêr silav dikim û ez dibêjim ku em jin bûne kabûsê zalim û zordestan. Îrade û baweriya me wê faşîzma ku xwe li ser me ferz kiriye muhakak têk bibe. Bi mîrateya ku me ji Rosayan, Sakîneyan , Sêvêyan, ji jinên ku li Rojava şoreş pêk anîn û ji jinên Şengalê girt ez greva 8’ê Adarê silav dikim.

Çaglar Demîrel: Li ku dibe bila bibe jinên Amedî yên ku qet li dijî zordestiyê serî netewandin ku li nasname , çand û zimanên xwe xwedî derketin û li ber xwe dan ez we hemûyan silav dikim. Ez 8’ê Adara we hemûyan pîroz dikim û dibêjim bi hêviya ku em di rojên azad de bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin.

Selma Irmak: Ez ji Girtîgeha Sîlvrîyê bang li hemû jinên berxwedêr dikim û dibêjim ku ez 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinên berxwedêr pîroz dikim û silavên xwe ji we re dişînim.

Nûrsel Aydogan: Heta ku jin têkoşînê nede aştî nayê û heta ku jin li ber xwe nedin wekhevî pêk nayê. Bi van hest û dilînan ez 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li we hemû jinan pîroz dikim.

Meral Daniş Beştaş: Ez ji Girtîgeha Sîlîvriyê bang li hemû jinên kedkar dikim û dibêjim ku 8’ê Adarê Roja jinên Kedkar a Cîhanê li we pîroz be.

Gulser Yildirim: Bi hêviya ku em di 8’ê Adarê de bi hev re bi awayek azad govendê bigirin û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz be.