MÊRSÎN - Serokê Baroya Mêrsînê Ali Er, Endama Komîsyona Jinan a Baroyê Prz. Şîlan Turk ku xwest peyama 8'ê Adadê bixwîne bi lêdanê ji kursiyê daxist.
Baroya Mêrsînê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li avahiya baroyê civîna çapemeniyê pêk anî. Piştî Serokê Baroya Mêrsînê Ali Er daxuyanî da, Endama Komîsyona Jinan a Baroyê Şilan Turk jî xwest daxuyaniya komîsyona jinan bixwîne. Dema Turk derket ser dikê û xwest peyamê bixwîne, Serokê Baroya Mêrsînê Ali Er, destûr neda ku Şîlan Turk daxuyaniyê bixwîne û got: "Civîna çapemeniyê li vir bi dawî bûye û dê daxuyaniyek din neyê dayîn.
Turk bertek nîşanî Serokê Baroyê Ali Er da û diyar kir ku îro 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye û divê Komîsyona Jinan daxuyaniyê bide. Li ser vê yekê Turk û jinên din ên komîsyonê rastî tundiya Serokê baroyê Er hat.
Turk anî ziman ku ji ber di daxuyaniya wan de li dijî tundiya li hemberî jinê bi tîpên mezin "Hayir-Na" hatibû nivîsandin destûr nehatiye dayîn ku daxuyaniyê bixwînin. Ji ber daxuyaniyê di navbera parêzeran de rageşî û alozî derket. Turk têkildarîe mijarê ji dihaberê re axivî û anî ziman ku ew der barê mijarê de daxuyanî nadin lê dê di rojên pêş de helwesta xwe bi raya giştî re aşkere bikin.