NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Kantona Kobanê, ji Girê Spî, Minbicê û Sirînê bi girseyî dimeşin Qada Jinê ya Kobanê. Li Dirbêsî û Efrînê jî bi hezaran jin meşiyan.
Şahî li taxa nû ya Kobanê bi dûrişmeya¨Bi berxwedana Îmralî em ê jinê rizgar bikin¨ dimeşin qadê. Jinên ku ji Girê Spî, Minbiç û Sirinê ber bi Kobanê ve dimeşin, dê li Qada Jine ya Kobanê kom bibin û 8'ê Adarê pîroz bikin. Îsal li gori salên borî jinên Bakurê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe cara yekemîne li keleha berxwedanê Kobanê Roja 8`ê Adarê pîroz bikin. Meşa ku ji aliyê Kongreya Star ve hatiye organîzekirin, bi dehan endamên Asayîşa Jin a Kobanê bi awayekî leşkerî serkêşiya meşê dikin. Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kobanê Fayîze Ebdî û jinên ji bajarê Minbicê, Sirîn û Girê Spî tevlî meşê bûn. Jinan di meşê de, ala Hêzên Asayîşê, TEV-DEM, Kongreya Star, YPJ û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin û bi dûrişmeya "Jin jiyana azadî" bê navber beriz dikirin.
DIRBÊSIYÊ
Şahiya 8’Adarê li gundê Kerpez a Dirbêsiyê bi tevlîbûna sedan jinan bi coş û kelekcanek mezin dest pê kir. Hemû pêkhateyên jin tevlî pîrozbahiyê bûn. Jinan bi cil û bergên xwe reng dan qada şahiyê. Bernameya Şehiyê bi rêzgiritinê dest pê kir û Endamê Komîteya Kongreya Star Ezîme Çirav axivî û cejna 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û got ku roj roja têkoşînê ye. Piştî axaftinan Koma Kevana Zêrîn a Kantona Cizîrê derket ser dikê û beşdervanan bi stran xwe coşand.
Piştî stranan pêkhateyên jin ên suryanî û erebî jî yek bi yek derketin ser dikê û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin. Şahî bi pêşandana koma govendê ya navenda Kevana Zêrîn bi coşek mezin berdewam dike.
EFRÎN
Jinên Kantona Efrînê jî bi cil û bergên gelerî û bi dûrişmeya “Jin jiyan azadî” dest bi şahiya 8’ê Adarê kirin. Jin bi ala YPJ/YPG’ê û bi rengên kesk, sor û zer herîkîn qadan û bi tîlîliyên xwe reng dan şahiyê. Qada şahiyê bi wêneyên cangoriyên azadiyê, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ala YPJ/YPG’ê û Kongra Star hat xemîlandin. Her wiha jinan pankartên li ser “Jin jiyana azadî” vekir. Di şahiyê de, bi hezaran jinên ji gelê Êzîdî, Kurd, Ereb, Elewî û jinên partiyên siyasî bi cilên xwe yên gelerî amade bûn.
Şahiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir dê bi axaftin û stranan berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye ku Asayîşa Jinê û Hêzên Taybet yên Asayîşê parastina şahiyê dikin. Asayîşa trafîkê jî çûn û hatina wesayîtan qontrol dikin.