AMED - Parlementera HDP'ê Feleknas Uca ya li Amedê di mîtînga 8'ê Adarê de bang li hezaran jinan kir û wiha got: "Dayikên 80 salî çiyayên Şengalê diparêzin. Hemû jin bila rûyê xwe vegerînin çiyayên Şengalê."
Li Amedê mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ligel astengiyan li Qada 5'ê Xezîranê bi hemû coşa xwe berdewam dike. Polîsan ji ber pankartekê komek jinên Meclisa Jinên ESP'ê ji qadê dûr xistin. Di mîtîngê de peyama 8'ê Adarê ya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag hat xwendin.
Bi hezaran jinên beşdarî mîtîngê bûn bi yek dengê pirsa terciha referandûmê bi bersiva "Na" bersivandin.
'RÛYÊ XWE VEGERÎNIN ÇIYAYÊN ŞENGALÊ'
Di mîtîngê de Parlementera HDP'ê ya êzîdî Feleknas Ûca jî axivî û destnîşan kir ku divê jin berê xwe bidin çiyayên Şengalê û wiha axivî: "Bila cihan bizanibe ku tu kes li hember têkoşîna dayikan bisekine. Werin em bi hev re rûyê xwe vegerînin Sur, Nisêbîn, Cizîr û çiyayên Şengalê."
'JIN LI HER QADÎ AZADIYÊ DIQÎRIN'
Ûca jinên li Şengalê têdikoşin slav kir û wiha pêde çû: "Kesên ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî êrîşê serkeftiyên kurdan dikin bila baş bizanibin ku kurd ne kurdên Lozanê ne. Di pêvajoya dîrokê de jin li hemû qadan azadiyê diqîrin."
Ûca li ser êrîşên PDK'ê ya li hember Şengalê dike rawestiya û wiha axivî: "Ligel 74 fermanan jî êzidiyan serî netewandin. Kesên bi polîtîqayên îxanetê li Şengalê êrîş dikin her çend dijminê kurdan bibin jî dê helbet hesabê êzidiyên di destên çeteyên DAIŞ'ê de ne bidin. Her çend berxwedana dayikan hebe tu kes nikare polîtîqayên îxanetê li Şengalê bide meşandin."
Piştî axaftina Ûca di qadê de dirûşma "Bijî berxwedana Şengalê" bilind bû.
Dayika siyasetmedara jin ê kurd Sevê Demir a ku li Silopiyê hat qetilkirin Sakine Demir û dayika Pakize Nayir, Behiye Nayir derketin ser dikê û jinan slav kirin.
Her wiha peyamên 8'ê Adarê yên Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak, berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata, parlementerên HDP'ê Besime Konca, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Meral Daniş Beştaş û Çaglar Demirel ên girtî ne jî li ser dikê hatin xwendin.
BÊTAHAMULUYA LI HEMBER LAÇIKÊN JINAN
Êrîşên polîsên ku xwestin beriya mitingê laçikên jinên dixwestin bikevin qadê bigirin berdewam dike.
Mîtîng bi stranên hunermend Rojda bi coşeke mezin bi govend gerandinê berdewam dike.