Jin ji bo azadiyê daketi qadan

NAVENDA NÛÇEYAN – Jin li Wan, û Îzmîrê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daketin qadan û 8’ê Adarê bi coşek mezin pîroz kirin. Jinan li qadan ji bo azadiya xwe qîriyan.

Jin li Wan û Îzmirê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de daketin qadan û li dijî binpêkirina mafan, tundiya li dijî jinê û polîtikayên heyî bertekên xwe anîn ziman û daxwazên xwe yên azadiyê qêriyan.

WAN

Li Wanê Mîtînga 8’ê Adarê bi dirûşma “Ji bo jiyaneke azad û wekhev li her derê û bi her zimanî 8’ê Adarê” li Parka Mûsa Anter a duryana Çandê bi coşek mezin pêk hat. Jinên ku bi kiras û fîstanê xwe yên kesk sor û zer di saetên serê sibehê de ketin rê bi dirûşma “Jin jiyan azadê” 8’ê Adarê pîroz dikin. Di mîtinga hat lidar xistin de parlameterên jin Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Burcu Ozkan Çelîk, Bedîa Ozgokçe, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DBP û HDP’ê û gelek jin tevli bûn. Mîtîngê de Endama Komîteya Amedekar a Mîtîngê Leyla Işik axaftina vekirinê kir. Piştî axaftina vekirinê Hevseroka Bajar a Wanê Gulîtan Orhan axivî û bertekên xwe yên li dijî xistina parlamenteriya Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag anî ziman. Parlamentera Wanê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ya ku axivî jî wiha got: “Sala borî li vê qadê hevseroka me Fîgen Yuksekdag jî di nav me de bû ger ku îsal jî dewletê ew negirtana wê dîsa di nav me de bûna û li gel me bûna îro.”

ÎZMÎR

Endamên Komeleya Karliova ya Îzmîrê di çerçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li ber avahiya komeleyê li hev kombûn. Di çalakiya ku bi dehan jin tevlîbûn de ji bo jinên ku di serî de li Sûr, Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Pirsûsê û Silopî de li ber xwe dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama komeleyê Asiye Aydemîr girîngiya 8’ê Adarê vegot. Duvre jî jinan helbest xwendin û li ber tenbûrê klam gotin û govend gerandin.

Piştî birîna pasteyê çalakî bi dawî bû.