NAVENDA NÛÇEYAN - Jin bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahiya welat daketin qadan û ji bo azadiya mafê xwe li dijî tundî, şer, xizanî, birçîbûn û militaristê dengê xwe bilind kirin.
Jin bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li Stenbol, Mêrdîn, Riha, Mersîn, Qers, Colemêrg, Amed, Wan û Enqereyê daketin qadan. Jinan li gel astengiyan daxwazên xwe anîn ziman û zextên li dijî mafê azadî û demokrasiyê şermezar kirin.
STENBOL
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi heman armancê li Qada Galatasarayê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Bijî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê" vekirin û siloganên “Jinên girtî ne bi tenê ne" û “Bijî 8'ê Adarê" berz kirin. Li ser navê Şaxa ÎHD'ê Endama Komîsyona Mafê Jinan a ÎHD'ê Leyla Havva Kaya daxuyanî da. Kaya, anî ziman ku jin li tevahiya Tirkiyeyê li dijî tundiya mêr daketine qadan û mil dane milê hev. Kaya, anî ziman ku jin li dijî zilma faşist, tundî û zilmê di bir xwe daye û dê di ber xwe bide.
Jinan piştî daxuyanî dan ji bo jinên girtî li PTT ya Galatasarayê kartên piştevaniyê şandin.
MÊRDÎN
Di pêşengiya Tevgera Jinen Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi heman armancê li Mêrdîn qurnefil li jinan belav kir. Endamên Hevparên TJA'yê kolan bi kolan geriyan û 8'ê Adarê li jinan pîroz kir.
RIHA
Li Rihayê jî 2 jinên ku ji bo 8'ê Adarê pîroz bikin xwestin daxuyanî bidin û bi lêdanê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. 2 jinên ku hatin berdan piştî hatin berdan li Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê civîna çapemeniyê pêk anîn. Jinan bertek nîşanî êrîş û tundiya li dijî jinan da. Li ser navê jinan Hevseroka SES'ê ya Rihayê Eylem Salar, daxuyanî da û diyar kir ku îktîdara AK Partiyê ji bo hebûna xwe li dijî destkeftiyên jinan şer daye destpêkirin. Salar, êrîşa li dijî jinan a Rihayê şermezar kir. Salar, anî ziman ku jinên berxwedêr dê bi têkoşîna şoreşê jiyana demokratik, wekhev, azadîparêz û ekolojîk ava bikin.
QERS
Tevgera Jinên Azad (TJA) meclîsên jinan ên DBP û HDP'ê yên Qersê jî bi heman armancê bi şîyara “Bi Berxvedana Jine dê Azadî bi Serkeve" 8'ê Adarê pîrz kir. Jin li pêş avahiya DBP'ê ya Qersê kom bûn û pankarta “Em dê ji bo jiyan, aştî û kedê di ber xwe didin" vekirin û siloganên “Jin, jiyan azadî" berz kirin. Jin piştre li Kolana Faik Bey meşiyan û qurnefil li jinan belav kirin. Jin piştre hatin ber avahiya DBP'ê û li vir daxuyanî dan. Li ser navê jinan Endama MYK'ê ya DBP'ê Semra Demir, daxuyanî da û wiha got: "Jinan di Şoreşa Rojava de ji bo azadiya cihanê şer kir nişanî me dan ku jin dikarin bi ser bikevin." Şahiya 8'ê Adarê bi govend û tilîliyan bi dawî bû.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê panel hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Bedlisê Mizgin Irgat, endam û rêveberên HDP, DBP û TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê amade bûn. Di panelê de Mizgîn Irgat, 8'ê Adarê li hemû jinên kurdistanê û cîhanê pîroz kir û wiha got: "Niha vina heqîqetê li girtîgehê girtî ye. Hezar silav ji wî re. Gelê Colemêrg, Gever, Çelê û Şemzînanê dê di referandumê de li vîna xwe xwedî derkeve." Piştî panelê qurnefil hatin belav kirin.
MÊRSÎN
JI QEYÛMA MÊRSÎN CUDAKARÎ
Qeyûma tayînî Şaredariya Akdenîzê ya BDP’î hat kirin Hamdi Bilge Aktaş jî cudakarî xist nava karkeran. Qeyûm Aktaş, rojek destûr da jinên kadro û destûr neda jinên karker ên tajaran.
AMED
Li Amedê jî mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ligel astengiyan li Qada 5'ê Xezîranê bi hemû coşa xwe hat pîrozkirin. Polîsan ji ber pankartekê komek jinên Meclisa Jinên ESP'ê ji qadê dûr xistin. Di mîtîngê de peyama 8'ê Adarê ya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag hat xwendin. Bi hezaran jin beşdar bûn û silogan berz kirin. Mîtîng bi axaftin, muzîk û govendê bi dawî bû.
ENQERE
Platforma Jinan a Enqereyê li Parka Kurtuluşê bi tevlêbûna sedan jinan mîtînga 8'ê Adarê pêk anîn. Jinên sendîkavan û akademisyen ên hatin ixrackirin jî beşdarî mîtîngê bûn. Dîsa Dayikên Aştiyê, Jinên Halkevcî amade bûn. Jinên HDP, CHP’î jî beşdarî mîtîngê bûn. Jinên ku hatin qadê bi pankart û dowîzên li ser “Na" hatiye nivîsandin. Jinan dîsa pankarta “Ji ne wekhevî, tundî, homofobiye, tacîz, mêtîngerî, tundiya li dijî jinê û şer û OHAL'ê re Na' Jin Hene" vekir
WAN
Li Wanê Mîtînga 8’ê Adarê bi dirûşma “Ji bo jiyaneke azad û wekhev li her derê û bi her zimanî 8’ê Adarê” li Parka Mûsa Anter a duryana Çandê bi coşek mezin pêk hat. Jinên ku bi kiras û fîstanê xwe yên kesk sor û zer di saetên serê sibehê de ketin rê bi dirûşma “Jin jiyan azadê” 8’ê Adarê pîroz kirin.