STENBOL -Li Bakirkoya Stenbolê xebatên "Na"yê bênavber didomin. Kesên li kuçe û qadên Bakirkoyê xebatên "Na"yê bi rê ve dibin jî, ciwan, extiyar, HDP'î, CHP'î, xwendekar, kedkar û hwd. ne.
Her ku ber refrandûm nêz dibe, xebatên têkildarî wê jî zêde dibin. Li Stenbol û navçeyên wê bênavber amadekariyên referandûmê didomin. Yek ji van navçeyên Stenbolê yên xebatên referandûmê lê zêde ne jî navçeya Bakirkoyê ye. Li kuçe û qadên Bakirkoyê "Na" tê vegotin û her wiha ev xebat rastî eleqeyeke zêde jî tên.
Endama HDP'ê Gonca Yangoz, anî ziman ku di dema xebatan de ew rastî bertekên erênî yên gel tên û wiha got: "Kesên dibêjin 'Na' rasterast tên sedemên xwe yên 'Na'yê vedibêjin. Yên dibêjin 'Erê' jî bêyî hincet û sedem tenê dibêjin em ê bibêjin 'Erê'.Em jî ji wan re sedem û hincetên xwe vedibêjin. Xebata zaf baş bi rê ve diçin."
Seroka Baskên Jinan a CHP'a Bakirkoyê Nuran Ozlem jî bang li komeleyên jinan kir da bibêjin "Na". Ozlem, li dijî vegotina Serokomar Erdogan a "Kesên dibêjin Na terorîst in" bertek nîşan da û wiha axivî: "Ez ne terorîst im, çimkî dibêjim 'Na'. Naxwazim di atmosfereke çewisîner de bijîm, ji bo azadiyê ez dibêjim 'Na'. Ez ji komkujiyên li başûrê rojhilat ê welat re dibêjim 'Na', ji kesên dixwazin komarê birûxînin re dibêjim 'Na'. Wek jinekê ez dibêjim 'Na'. Dê jinên me her tim bi awayekî hêzdar û serbilind rawestin. Divê jin azad bin, tenê ne di warê kinc û xemilandinê de, divê di warê ramanê de jî azad bin."
'JI BO PÊŞEROJÊ 'NA''
Xwendekara Beşa Rojnamgeriyê ya Zanîngeha Stenbolê Elmas Mavzer jî got, ji bo ew pîşeya xwe bi awayekî azad bike ew ê bibêje "Na". Jina bi navê Ozgur Aktaşçi jî got, ew ê ji bo pêşeroja xwe, zarok û gelê xwe bibêje "Na".
Jina bi navê Gizem Surer jî anî ziman ku bi taybetî ciwan eleqeyeke zêde nîşanî xebatan didin. Surer, diyar kir ku li kuçeyan her kue w pêwendiyê bi mirovan re datînin hêviya wê zêdetir dibe û wiha got: "Mirov ditirsin 'Na'ya xwe diyar bikin. Lê dem ew deme ku di 16'ê Nîsanê de împaratoriya tirsê bê şikandin."
‘JI BO ZAROK, DAYIK NEGIRÎN EZ TERORÎST IM'
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Sulu Boya ya Antalyayê Gulşen Çalhan jî, diyar kir ku demeke kurt e ku li Stenbolê ye û got, ew beşdarî xebatên "Na"yê bûye. Çalhan wiha axivî: "Ji bo dayik, zarok negirîn ez terorîst im. Tirkiyeyê demokrasiyeke wekhev û serbixwe dixwazim. Ez li ser navê hunerê terorîsta hunerê me. Ji bo azadiya hunerê ez terorîst im."