ENQERE - Berdevka Koma Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, diyar kir ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag vîna wan e û biryara Serdozgerê komarê bê qîmet e.
Berdevka Koma Jinan a HDP'ê ya li Meclîsê Dîlan Dîrayet Taşdemir, li Navenda Giştî ya HDP'ê Civîna çapemeniye pêk anî. Taşdemîr, di civina çapemeniyê de xistina endamtiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û biryara dozgeriyê şermezar kir û diyar kir biryar bê qîmet e. Taşdemîr êrîşên li dijî Şengalê jî şermezar kir û geşedanên 8'ê Adarê nirxand. Taşdemîr, anî ziman ku daraz gotinên hikûmetê ji bo xwe wekî ferman digire û li ser fermana hikûmetê biryarê dide û wiha got: "Di dîrokê de mînaka vê yekê tune. Darazê îmze avêtiye bin skandalek mezin. Dema mijar dibe partiya me û wekîlên me bi lez û bez biryarê didin. Ev ne hiqûqî û ne zagonî ye. Dixwazin HDP’ê bi cewisînin, tune bikin û xelas bikin. Ev ji serî heta binî siyasî ye.
Yuksekdag kirine hedefa xwe. Sedema vê yekê jî ji ber fikrên HDP’ê diparêze. Di 90 salên komarê de her tem xwestin ên din ava bikin û wan tune bikin. Xwestin ên din bê nasname û bê vîn bihêlin. Hekû kesên ên din, jin, û kesên bê nasname hatin hiştin di bin baneyê HDP'ê de bûn yek. Îro ev polîtîkayên bişaftin û siyasetê li dijî fikr û birdoziya HDP'ê têk çûye. Ji ber ve yekê êrîş dikin. Di şexsê Yuksekdag de dixwazin siyaset û birdoziya HDP'ê belav bikin. Dixwazin aştiya li Tirkiye perçe bikin. Ji ber vê yekê êrîşî her derê dikin."
'TU QÎMETA BIRYARÊ TUNE YE'
Taşdemir, bal kişand ser biryara Serdozgeriya Darazê û wiha got: "Biryara ku dozgeriyê daye ji bo me bê qîmet e. Tu qîmat wê tune. Em wekî jin tu carî li gorî destûr û fermana wan vîna xwe bi sînor nakin. Em bi xwe sînorî vîna xwe xêz dikin. Ew çi bikin bila bikin Figen Yuksekdag vina me û wekîla me ye. Hevseroka Giştî ya Partiya me ye. Di qada jinê de qîmeta biryara dozgeriyê tune ye. Ji ber ku siyaseta derve û hundir xelas bûye êrîşî HDP'ê û vîna jinê dikin. Hikûmet jin, kurd û vîna HDP’ê kiriye hedefa xwe. Dixwaze bi pêlên nijadperestiyê şerê navxeşî pêş bixe. Lê êdî jin bûne xwedî hêz û dê bi berxwedana xwe van polîtîkayên perçekirinê tevan pûç bike. Piştî pîrozbahiya 8'ê Adarê ev biryar hat girtin. Dixwazin peyamekê bidin me jinan. Em jî dibêjin em dê di şexsê Yuksekdag de li vîna jinê xwedî derkevin û wê biparêzin. Em tê têkoşîna xwe mezin û bilind bikin."
JIN DÊ COŞA 8'Ê ADARÊ BIBIN 21'Ê ADARÊ Û 16'Ê NÎSANÊ
Daştemîr, bal kişand ser girîng û wateya 8'ê Adarê û wiha g ot: "Jin daketin kolanan û helwesta xwe nîşan dan. Jinan helwesta xwe ya li dijî 16'ê Nîsanê jî nîşan da. Jin ji bo azadiya xwe daketin qadan. Jin dê bi heman coş û kelecanê di 21'ê Adarê de jî dakevin qadan. Dê bi heman biryarê biçin ser sindoqê û li vîna xwe jî xwedî derkevin."
Taşdemîr, bang li serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî jî kir û xwiha dawî li gotinên xwe anî: "Em têkoşîna jinên Şengalê silav dikin. Em her em li gel wan cih digirin. Di encama êrîşên DAÎŞ'ê yên 2014'an de 3 hezar jin û zarok hatin revandin. Li bazarên koleyan hatin firotin. Niha li dijî hêza parastina Şengalê û êzîdiyan êrîş pêk tê. Em wekî jinên kurd bang li Barzanî dikin û dibêjin em têkşîna jinên Şengalê silav dikin. Divê Barzanî destûr nede komkujiya 74'an. Li şûna wê divê jinên kurd ji destê DAIŞ'ê rizgar bike.
Em carek din têkoşîna jinên ku li pêşiya kepçeyan xwe kirin mertal silav dikin û em bi tekoşîna wan re ne. "