Jin ji bo ‘Na’yên xwe hiberînin li hev civiyan

STENBOL - Meclîsa Jinan a HDK’ê, gotin “#Ji bo em Na’yên xwe hilberînin tên cen hev” li hev kom bûn.

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di çarçoveya kampayaya “Na” de ji bo rozetên “Na” çêbikin li Mutbexa Çandê ya Qirixê ya Taksîmê hatin cem hev. Jinên bi banga “#Ji bo em Na’yên xwe hilberînin tên cen hev” hatin cem hev, ji desmal û mirokên bi reng rozetên “Na” amade kirin. Jinan diyar kirin ku ew ê rozetên çêkirine diyarî bikin û li çente û singa xwe ve bikin.