EDENE - Meclîsa Jinên HDP'3e û TJA'yê ji bo jinên girtî yên di nava wan de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî heye re qert şandin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja li dijî Şîdeta li dijî Jinan ji jinên siyasetmedar û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgeh Yuksekdag ku girtîne re qert şandin.
Jinên ku li ber Navenda PTT'ê ku polîsan derdor dorpêçkiribûn hatin cem hev, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê jinan Feyruze Gumuş daxuyanî da û wiha got: "Bi xwesteka me tênê hiştinê û li pêşiya têkoşîna me bûyîn asteng ev şîdetek siyasî ye. Em ê wan dîwar û têlan derbas bikin, bi hezkirin û keda xwe em ê rê nedin faşîzmê."
Piştî daxuyaniyê jin bi çepikan ketin PPT'ê û qertên ku amade kirine ji girtiyên siyasî yên jin re şandin.
24.11.2016 - 15:18:34