Xwendekarên jin ên rastî êrîşan hatin: Em ê parastina cewherî pêk bînin

STENBOL - Xwendekarên jin ên li zanîngehan rastî êrîşan hatin bi gotina "Îktîdara ku nikare xwendekarên şoreşger ji zanîngehan bavêje, dixwaze bi êrîşan wan biçewine" li hemberî êrîşan bertekên xwe nîşan dan diyar kirin ku ger ku pêwist be ew ê parastina cewherî pêk bînin û xwe biparêzin.

Di 2 salên dawî de li zanîngehên Tirkiyeyê, li gel îxrackirina gelek akademîsyenan, li dijî xwendekaran gelek êriş pêk hatin. Li zanîngehan xwendekar rastî êrîşên polîs,Yekîneyên Ewlehiya Taybet (OGB), komên nîjadperestan tên. Bi taybetî jî xwendekarên jin bi êrîşan re rû bi rû ne.

‘EM Ê PAŞPERDEYA VAN PÊKANÎNAN VEBÊJIN'

Xwendekara Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Marmarayê Şehriban Akin wiha got: "Bi van êrîşên li zanîngehan, a rast AKP bi KHK'yan mamsoteyên me îxrac dike û dixwaze bi vî awayî zanîngehan feth bike. Îktîdara ku nikare xwendekarên şoreşger ji zanîngehan bavêje, dixwaze bi êrîşan wan bitepisîne. Em jî li dijî van êrîşan li ber xwe didin û heke bivê em ê xweparastina xwe jî bikin. Em ê paşperdeya van pêkanînan ji hemû girseyên xwendekaran re vebêjin û em ê rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin."

‘DÊ BEYAZIT JI FAŞÎZMÊ RE BIBE GORISTAN'

Xwendekara Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Stenbolê Ozge Dogan jî têkildarî êrîşan wiha axivî: "Her tim êrîşên polîs û peywirdarên ewlehiyê yên taybet hebûn. Lê piştî 15'ê Tîrmehê dewletê bi destê xwe faşîstên sivîl xistin dewrê û pêla êrîşên nû da destpêkirin. Mixabin rektorên zanîngehan jî dibin şirikê van êrîşan. Çend roj berê rektoriya zanîngehê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de got, bi taybetî piştî êrîşa Reînayê tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin û ji ber vê bila fikara tu kesî tune be. Lê paşê me dît ku di têketinan de tenê li çenteyên xwendekarên şoreşger tên kontrolkirin û venihêrîna nasnameya wan tenê tê kirin. Mixabin ev tedbîr ji faşîstên sivîl ên ji derve tên nabin asteng. Ji xwe em vê her tim dibêjin; 'Dê Beyzit ji faşîzmê re bibe goristan.' Em ê li dijî van êrîşan rawestin û zanîngehên xwe biparêzin."

Xwendekara Beşa Têkiliyên Navnetewî ya Zanîngeha Stenbolê Ebru Nalbant jî wiha axivî: "Mixabin di van demên faşîzmê de li Zanîngeha Stenbolê rageşiyeke zêde heye. Ji ber jin li her qadê ne û tim li pêş in, faşîstên ku dibêjin 'Em êrîşî jinan nakin' ewil êrîşî wan dikin. Em ê her tim li dijî vê têbikoşin. Û em ê tu carî destûrê nedin ku têkoşîna jinê bê paşguhkirin."

‘EM NAXWAZIN DI NAV NÊVENGÊN RAGEŞIYÎ DE BIN'

Xwendekara Beşa Zanista Siyasetê û Bazirganiya Navnetewî Berfin Akdeniz jî diyar kir ku êrîşên tên kirin polîtîk in û wiha got: "Wisa difikirim bi destê polîs û peywirdarên ewlehiyê yên taybet ve ji bo van êrîşan qad tê berfirehkirin. Ji ber ku, lêpirsîn ne ji kesên êrîşkar li hemberî me xwendekarên şoreşger ên emxdûr tên destpêkirin. Em ê di nava rageşiya ku tê xwestin bê afirandin de cih negirin."

‘DIVÊ SEDMÊN VAN ÊRÎŞAN BÊN VEGOTIN'

Ji Xwendekarên Zanîngeha Marmarayê Buse Sogutlu jî wiha got: "Di demên dawî de hemû mekanîzmayên dewletê li her derî propagandayên 'Erê' bi rê ev dibin, lê ji ber li hemberî wan 'Na'yeke xurt heye ev hin kesan aciz dike. Bi taybetî jî ev êrîş li dijî jinan pêk tên û ji xwe ev jî nîşaneya pergala destihalatdar a zilam nîşan dide. Divê ev êrîş bi awayekî bên qewirandin. Bi taybetî jî divê bi pêşengiya xwendekarên şoreşger sedema van êrîşan bê vegotin."

'EM Ê DEV JI REXNEKIRIN Û HILBERANDINÊ BERNEDIN'

Xwendekara Lîsansa Bilind a Beşa Biyolojiyê ya Zanîngeha Marmarayê Eda Cansu jî wiha got: "Zanînegh ew qadên ku derdorên herî ciwan û dînamîk lê ne. Bi taybetî afirandina tiştên nû û lêprisîna wan hînî xwendekarên li vir dixwînin." Cansu diyar kir ku îktîdar dixwaze vê hêza muxalif biçewisîne û wiha got: "Lê em bi van êrîşan re ne dev ji rexnekirinê berdin û ne jî me dev ji afirandina tiştên nû berdin."