TJA: Divê hemû jin li dijî diktatoriyê li qada Newrozê bin

AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA), bang li hemû jinên Tirkiyeyê kir û xwest li dijî feraseta dîktador li qada Newrozê denge xwe bilind bikin û bibin yek.

Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî pîrozbahiya Newrozê daxuyaniyeke niviskî weşand û xwest hemû jin bi coşa 8'ê Adarê li dijî diktatorî û zordariyê dakevin qada Newrozê û Newrozê pîroz bikin.

TJA'yê di daxuyaniyê de diyar kir ku 8’ê Adarê ji bo jinên Kurd weke Newroza jinê hatiye pîrozkirin û ev roj bi berxwedana hemû jinan re bûye yek. TJA, anî ziman ku Zekiye Alkan, Sema Yuce, Rahşan Demirel, Ronahî û Bêrîvan weke sembolên berxwedana Newrozê jêderka berxwedana 8’ê Adarê ne û wiha got: "Ji bo vê jî jinên Kurdistanê bi 1’ê Adarê re şiyar dibin. Ji bo gelê me jî êdî pêvajoya 8’ê Adarê bûye pêvajoyeke wiha ku reng, ziman, rih û helwesta Newrozê lê tê watedarkirin. Bi vê maneyê em bang li hemû jinan dikin ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê û xebatên wê bibin. Ev pir zelal e ku îsal dê bibe sala têkoşîn û rizgariya hevpar a li dijî faşîzmê. Newroz 2017’an wê weke cejna Newrozê ya hemû gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn were pêşwazîkirin. Çawa ku Kawayê Hesinkar bi serhildana xwe roja rizgariya hevpar a hemû gelan ava kir, divê em jî di roja berxwedanê ya hevpar de bicivin, her deverê bikin cejna Newrozê. Ji bo vê jî em bang li hemû jinên Tirkiyê û gelan dikin ku li qadên Newrozê bicivin û li dijî dîktatoriyê em têkoşînê geş û xurt bikin. "

'LI DIJÎ REJÎMA DÎKTATOR EM DAKEVIN QADÊN NEWROZÊ'

TJA, di berdewama daxuyaniyê de xwest hemû jin li dijî rejîma yek ziman, yek dîn, yek milet, li welatê hevpar, li komara demokratîk û ji bo destûreke demokratîk ku her cihêrengî temsîla xwe tê de dibîne, di Newrozê de dakevin qadan û wiha got: "Ji bo Xweseriya Demokratîk ku Kurd wê pê statûya xwe pêk bînin û pê têkiliya dildarî pêk bînin û temînata azadî û wekheviyê ye em ê Newrozê dakevin qadan. Ji bo di vê pêvajoyê de azadiya mîmarê çareseriya demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were em ê Neworêz li qadan bin. Bi dirûşma, ‘’Bi Rêbertiyê re teqez em ê bi ser bikevin’ ji bo em biqêrin ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê siberojê tarî bike, ji bo em bibêjin faşîzm e û siberoja wê nîn e em ê li qadan bin."

EM LI DIJÎ TALANKIRINA CIZÎR, SÛR Û ŞIRNEXÊ DAKEVIN QADÊN NEWROZÊ Û BÊJIN 'NA'

TJA, di dirêjahiya daxuyaniyê de anî ziman ku heta Ocalan azad bibe û paradîgmaya şaristaniya demokratîk a dij mêtinger û dij faşîst û xwediyê felsefeya bijî û bide jiyandin bi ser nekeve tu kes azad nabe û wiha dawî li daxuyaniyê ani: "Ji bo ku em ji rejîma dîktatorî re bibêjin na; ji bo dawî li hovîtiyê bînin, talan aborî bidin rawestandin, dawî li desteserkirinên polîtîk bînin, pêşî li gendeliyê û siyaseta şer bînin û ji bo hikûmeta AKP’ê ya ku dixwaze temenê xwe dirêj bike rawestînin em ê agirê Newrozê pêxînin. Ji bo Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Xirabê Bava û Licê em ê li qadên Newrozê bibin lehî biqêrin; ew sonda me ya nemir û hişmendiya dîroka me ya bê dawî ne. Di şexsê Sara, Sêvê, Asya Yuksel, Pakîze Nayir, Fatma Uar, Berjîn Demîrkaya, Dayika Taybet û bebika Mîran û Mehmet Tûnc de, ji bo berxwedana azadiyê ya bi hezaran ciwanî em di berxwedana Newrozê de bicivin."