Bi reqsa dibêje 'azadiya min e' çanda xwe vedibêje

STENBOL - Gîzem Nalbant a li Sulukuleyê dijî bi reqsa ku wekî "azadiya min e" pênase dike reqs kiriye parçeyeke jiyana xwe çanda roman vedibêje. Nalbant a gotina "dema ku reqs dikim demên ku giriyame û qîr kiriye" bi kar tîne diyar kir ku bi reqsên xwe ve ferqindebûnekî biafirîne.

Gîzem Nalbant 20 salî ye. Me, ew di belgefîlma bi navê Sulukule Mon Amour a ku 2 jinên reqsvan vedibêje nas kir. Di belgefîlma ku derhêrên Azra Denîz Okyayê kişandiye de Nalbant bi Rîna Madany ve dilîze diyar kir ku ji bo ku reqsê hez dikin, reqs dikin.

Nalbant a di belgefîlmê de bi gotinên "Reqs rizgariya min e, ez naxwazim weke mirovên din bim.. Min reqs tercîh kir" balê dikişîne li taxa Sulukule ya navçeya Fatîh a Stenbolê ya roman dijîn ji dayik bûye û mezin bûye.

Nalbant a ku 6 sal in reqs dike bi malbata xwe ve li Sulukuleyê maleke hê jî ji ber "veguherîna bajar" nehatiye hilweşandin dijî.

TÊKOŞÎNA NALBANT A REQSÊ

Destpêka reqsê ya Nalbant wisa rehet nabe. Li taxa ku zaroktiya wê derbas bûye bi hevalên xwe yê zaroktiyê ve li parka bi navê "Ozguven" reqsa "rap" dest pê kiriye û piştre jî reqs bûye parçeyekî jiyana wê. Lê dema ku dest bi reqsê dike ji taxê jî bi nerazîbûnan re rû bi rû dimînin.

Nalbant diyar kir ku welatiyên taxê bi gotina "hûn çi ne, hûn satanîst in" nerazîbûn nîşanî wan dane lê wan guh nedane wan û reqs kiriye, piştre welatiyên taxê jî dîtine ku karê we dikin tixtekî xirab nîne piştgiriyê didin Nalbant û hevalên wê, heta zarokên xwe jî dişînin atolyeya reqsê.

'REQS AZADIYA MIN E'

Nalbant têkîldarî wan rojan wiha axivî: "Em dizanin li taxê gelek mirov bi tîryakê re mijul dibin. Ji ber ku ji sedî 90 malbat naxwazin zarokên wan wisa bin tiştên ku em dikin wekî mînak nîşanî zarokên xwe didin. Malbata min jî ewil piştgirî neda lê piştre piştgirî dan. Ji ber ku bi rastî fêm kirin ku karê ku em dikin girîng e. Em jî gelek tiştan bi reqsê ji mirovan re vedibêjin."

Li ser pirsa "dema ku reqs dike çi hîs dikî" jî Nalbant wiha got: "Vegotina vê gelek zehmet e. Vê yekê mirovên ku reqs dikin fêm dikin. Ji ber ku hîs gelek cuda ye. Mînak li dora te ewqas mirov hebin jî tu reqs dikî û kesekî nabînî. Reqs weke azadiya min e. Bi reqsê gelek tiştan îspat dikim. Em bi reqsê dixwazin ji bo zarok û mirovên li derûdora xwe bibin mînak. Min bi reqsê gelek tişt derbas kir."

Nalbant li hemberî gotina di nava civakê de ya "roman diziyê dikin, tîryakî bi kar tînin" jî gelek aciz e û diyar kir ku ew mirovên wisa nînin. Nalbant li hemberî hilweşandina Sulukule ya ku zaroktiya wê derbas bûye jî gelek bi hêrs e. Nalbant wiha berdewam kir: "Beriya ku Sulukule bê hilweşandin çanda li vir, girdêna mirovan bi hev, xêrxwaziya wan kesek nizane. Tenê em dizanin. Dema ku Sulukule hat hilweşandin zaroktiya me jî ji holê rakirin, paşeroja malbatên me jê birin. Ji bo ku restek e. Te çanda me jê bir tu jî niha çanda xwe careke din vedibêjî. Em jî tiştên ku mirov venabêjin em bi reqsê hewl didin nîşan bidin. Ez demên ku reqs dikim giriya me û qîryame dizanim."

'REQS ÇANDA ME YE'

Nalbant herî dawî wiha got: "Dema ku ez ji mirovan re dibêjim ji Sulukuleyê me, li vir ji dayik bûm, li vir mezin bûm. Ev bala mirovan nakişîne. Dibêjin waaa keçek derketiye diaxive. Lê li vir çandeke mezin heye, mirovên ku şer dikin hene. Nifşekî nû weke me heye. Em jî reqs dikin. Ev çanda me ye. Bi reqsa xwe ve em ferqindebûnekî dixwazin biafirînin."

Zuhal Atlan - dîhaber