ERZIROM - Li Erziromê, Ayşenur Ozkaçar a li qehwexaneya ku tenê mêr diçin çay belav dike û îskanên vala berhev dike, wê têgiha "karê mêr e" serobino kir.
Li Taxa Yenîşehîrê ya Erziromê, Ayşenur Ozkaçar Tiryaki (43) 5 sal e qehwexaneyekê bi rê ve dibe û bi vê re wê hişmendiya "Karê mêr e" serobino kir. Li vê qehwexaneya ku tenê mêr diçin, Ozkaçar çay belav dike û îskanên vala berhev dike. Ozkaçarê diyar kir ku, dema wê dest bi vî karî kiriye jê re gotine "tu nikarî bikî", lê wê li ber xwe daye û ev kar kiriye.
‘DEMA MIN GOT EZ DIXWAZIM LI QEHWEXANEYÊ BIXEBITIM...'
Ozkaçar a bi eslê xwe ji Balikesîrê ye û piştî zewiciye hatiye Erziromê, dest nîşan kir ku li Erziromê jin li hemû qadan derî jiyanê tên kirin û wiha axivî: "Min li Balikesîrê dest bi karê qehqexaneyê kiribû. Tabî ew der ji ne wek Erziromê ye, ji ber ku li wir jin dikare li her qadên jiyanê bixebite. Paşê zewicîm, min û hevjînê xwe qehwexaneyek vekir. Min ji hevjînê xwe re got, dixwazim li qehwexaneyê bixebitim. Pêşî ne bi dilê wî bû, lê ji ber baweriya wî bi esnaftiya min hebû dengê xwe nekir."
‘HIN KES JI BER MERAQÊ DIHATIN'
Ozkaçar, diyar kir ku piştî wê li qehwexaneyê dest bi kar kiriye, pirsên wek "Tu ji Erziromê yî?" jê hatine kirin û wiha got: "Bîrbiriyeke wek jinên Erziromê nikarin esnaftiyê bikin heye. Ji ber vê dema min ewil dest pê kir, pir tengijîm. Ji ber jinek li qehwexaneyê ye mêr diheyirîn. Hin kes ji ber meraqa vê dihatin qehwexaneyê."
‘HIN MÊR HENE XWEZIYA XWE BI MIN TÎNIN'
Ozkaçar, anî ziman ku ewilî ew rastî bertekên hawirdorê dihat û wiha axivî: "Pêşî rastî bertekên wek 'çi karê jinan li qehwexaneyê heye, bila li mala xwe rûnên, jin nikare bixebite' hatim. Lê bi demê re, her kesî fêm kir ku bê ez esnafeke çi qas baş im û bi vê re bertek kêm bûn. Heta kesên tên qehwezaneyê, dibînim ku xweziya xwe bi min tînin. Dibêjin esnaftiya min ji ya hevjînê min baştir e."
'LI CIHÊ KU JIN LÊ BIN SIXÊF NAYÊN KIRIN'
Ozkaçar, dest nîşan kir ku divê jin ji bo hebûna xwe ya li hemû qadên jiyanê bitêkoşin û wiha axivî: "Bi taybetî divê li qadên ku jin lê tune ne, ji bo şikandina vê bîrbiriyyê divê jin bitêkoşin. Hemû deverên ku jin lê bin bedew in. Çimkî, jin her kesî ji mêran baştir dikin. Mêr qethiyen naxwaze vê rastiyê bibîne û qebûl bike. Û têkoşîn dibe barê jinan. Em bitêkoşin, da em neyên xefika ku tiştên mêr li me ferz dikin. Bifikirin tenê mêr tên qehwexaneyê, lê dema ya qehwexaneyê bi rê ve dibe jin be êdî sixêfan ji hevdu re nabêjin. Li cihê ku jin lê bin sixêf, gotinên nexweş tune ne, bedewîtî heye."