KOCAELÎ - Li Kocaeliyê jinan têkildarî referandumê nerînên xwe yên çima ew dibêjin "Na" anîn ziman. Jina bi navê Hanife Bildiricî, diyar kir ku ji bo mudaxileyî kenê wê, etegê wê û hejmara welidandina zarokan neyê kirin ew dibêje "Na".
Jinên ji Kocaeliyê têkildarî referanduma 16'ê Nîsanê nerînên xwe yên çima ew ê bibêjin "Na" parve kirin û anîn ziman ku gelek sedemên wan ê "Na"yê hene.
'JI BER REJÎMA YEKZILAMÎ QEBÛL NAKIM 'NA''
Jina 42 salî Cemîle Gultepe, anî ziman ku di 2-3 salên dawî yên îktîdarê de kuştin û bêhiqûqîya li holê têr dike ku bêje na û wiha got: "Ji ber jineke komarê me, li dijî pergala yekzilamî dibêjim 'Na'. Ez ê di referandumê de bêjim 'Na'. Di 8 mehên OHAL'ê de bêtir jin hatin eciqandin û bêtir mafê wan hatin binpêkirin. Li Kocaeliyê çalakiyên 8'ê Adarê jî hatin astengkirin. Bi taybetî ez ji bo li dijî tundiya li ser jinan û qedeyên li kolanan dibêjim 'Na' . Ger ''Erê' derkeve dê hilweşînek mezin çêbibe. Em ê bêtir paş ve biçin. Em ê vegerin salên 1923'yan."
'JI BO MUDAXILÎ KENÊ MIN NEYÊ KIRIN 'NA''
Jina 55 salî Hanife Bildirici jî, anî ziman ku ji bo mudaxile li kenê wê neyê kirin ew ê bibêje "Na" û wiha got: "Ji bo pêşeroja zarokên xwe, pergala laîk, demokratîk, ronak û li dijî binpêkirina mafan û serdestiya hûqûqê ez ê dibêjim 'Na'.
Ger "Erê" derkeve dê îxrac û binpêkirina mafan zêdetir bibe. Ji bo mudaxile li kenê bin neyê kirin 'Na'. Ji bo mudaxaleyî ken, eteg û hejmara welidandina zarokan neyê kirin ez dibêjim 'Na'.
Jina 23 salî Uygar Ongunyurt jî, anî ziman ku ji bo zanîngehea demokratîk, akademisyenên aştiyê dixwazin ew ê bêjin "Na" û wiha got: "Ez ê li dijî taciz, tecawiz û mafê kolanan bêjim 'Na'. Li dijî tundiya li ser jinan dibêjim 'Na'."
Jina bi navê Naciye Yalçin a 59 salî jî anî ziman ku, ji ber ew azadî û komarê diparêze dibêje "Na" û wiha got: "Em li dijî kesên ku dixwazin dîrokê berovajî bikin dibêjin 'Na'. Ji bo mafê parastina xwendina zarokan û xwendina zarokên keç dibêjim 'Na'." Alev Tanriverdi ya 29 salî ji bo azadiya jin, zarok û jiyaneke azad dibêje "Na" û wiha got: "Li diji destersekirin û îstismarkirin zarok û jinan dibêjim 'Na'. Em ji bo pêşeroja azad û demokratîk a jin û zarokan dibêjin 'Na'."