'Em tenê li xaka xwe ya azad bêhnê distînin'

ŞEHBA - Ji fermandarên Eniya Parastina Jinê ya Şehbayê Bêrîvan Amara banga "Werin em bi hev re xaka xwe azad bikin. Di nav pergala wir de nahêlin hûn bijîn. Tenê em dikarin li xaka xwe bi awayekî azad bêhnê bistînin" li şehbayiyan kir.

Eniya Parastina Jinê ya Şehbayê ku sala çûyîn ji bo azadkirina herêma Şehbayê hat avakirin, diyar kir ku ew ê xaka xwe di bin nîrê dagirkeran de nehêlin. Ji fermandarên vê eniyê Berîvan Amara, anî ziman ku di nav eniyê de jinên kurd, ereb û tirkmen hene û got, ew ê li dijî her cure hêzên dagirker şer bikin.

'MAFÊ ME YE KU EM BERSIVA ÊRÎŞAN BIDIN'

Amara ya yek ji jinên tirkmen e, diyar kir ku armanca wan parastina xaka wan e û vekirina riya di navbera Efrîn
û Kobaniyê de ye. Amara, anî ziman ku wan di Gulana 2016'an de damezrandina eniyê îlan kiriye û got, jinên şehbayî berê xwe didin nav refên wan. Amara, diyar kir ku dema wan eniya xwe ava kiriye, dewleta tirk bi awayekî dijwar êrîşî xaka Sûriyeyê dikir û wiha got: "Ev êrîş heta dagirkirina Cerablûs, Çobanbey û Babê domandin. Bi taybetî jî li hêla Tel Rifatê leşkerên tikr bi awayekî dijwar qadên me topbaran dikirin. Di vê topbaranê de gelek sivîl mirin, gelek jê jî birîndar bûn. Ev êrîş hîn jî didomin. Bila her kes baş bizanibe ku bersivadayîna van êrîşan mafê me ye."

'JINÊN ŞEHBAYÎ RABÛN SER PIYA'

Amara, da zanîn ku jinên şehbatî rastî muameleyên dermirovî yên DAIŞ û El Nûsrayê hatine û got, bi hezaran jin dîl hatine girtin, bi sedan jê jî hatine qetilkirin. Amara, dest nîşan kir ku ew li dijî van êrîş û polîtîkayên tunekirinê têdikoşin û wiha domand: "Ev rêxistinbûyîna me di heman demê de parastina me ye. Em xaka xwe diparêzin. Niha jî Tirkiye û OSO xaka me dagir dikin. Jinên şehbayî rabûn ser piyan. Em ê li dijî her cure hêzên dagirker bitêkoşin. Em ê van xakan û van mirovan di nav destê çeteyên DAIŞ, El Nûsra û OSO'yê de nehêlin."

'TENÊ QADA JIYANÊ XAKA ME YE'

Amara, bi taybetî bang li jinên şehbayî yên ji ber êrîşên hêzên çete û dagirker neçar mane xaka xwe biterikîn kir û wiha axivî: "Werin em bi hev re xaka xwe azad bikin. Di nav pergala wir de nahêlin hûn bijîn. Tenê em dikarin li xaka xwe bi awayekî azad bêhnê bistînin. Min xwe gihand azadiya xwe. Werin vir, em dest bidin destê hevdu û bi hev re çeteyan ji xaka xwe bavêjin."

Nazim Daştan-dîhaber