Jinan nanên 'Na' belav kir

MÊRSÎN - Jinan li Mêrsînê nanê 'Na' belav kirin. Jinên kom bi kom li kolanan nan belelav kirin gotin: "Nanê 'Na'yê bila bixêr be.

Jinên li Mêrsînê li navçeya Akdenizê ya Mêrsînê di çarçoveya xebatên referandumê de nanê "Na" belav kirin. Jinên ku bi piraniya wan ereb û elewî bûn, li taxa Karaduvarê kom bûn û her komek li kolanekê nanê "Na" belav kirin. Jinan nêzî 3 hezar nan li malan belav kirin û xwestin bibe wesîleya xêrê. Jinên ku li Parka Cumhuriyetê kom bûn, li ser torbeyên nan nivîsa "Bila bibe wesîleya xêrê" (Nayê) nivîsandin û li welatiyan belav kirin. Dema jinan li taxan nan belav kirin rastî eleweyek mezin hatin. Jinan dema nan belav kirin, diyar kirin ku bila nan bibe wesîleya "Na" û wesîleya xêrê. Jinan der barê çima dibêjin "Na" bi welatiyan re sohbet kirin û xwestin ji bo parastina pêşeroja demokratîk û azad her kes bêjin "Na".