Jinên girtî heta serkeftinê dê li ber xwe bidin

MÊRSÎN – Bejna Gunay a ji Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê serbest hat berdan, diyar kir ku jinên li girtîgehê di 15'e Adarê de ketin greva birçîbûnê heta encam bistînin dê li ber xwe bidin.

Girtiyên PKK û PAJK'î ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan, di 15'ê Adarê de ji bo mehekê li hemû girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê da dorveger kirin. Li Tarsûsê jî 11 jinên li Girtîgeha tîpa C a Tarsûsê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê jinên bi navê Guler Aruk, Aycan Ozdogan, Sinem Oguz, Saadet Aka, Fatime Demir, Pelin Yapîci, Şilan Fidan, Berivan Reşit, Ayşe Muş, Sozdar Oral û Nurşen Tekin di roja 5’an de berdewam dikin. Têkildarî çalakiya girtiyan Bejna Guney a serbest hat berdan diyar kir ku jinên ketine grevê diyar kirine ku heta serkeftinê dê liber xwe bidin û çalakiyên xwe berdewam bikin.

XWESTIN BIBIN SÎXUR

Gunay, anî ziman ku piştî hatin binçavkirin zextên li ser wan dest pê kir û heta girtîgehê jî berdewam kir û didome. Gunay, ani ziman ku piştî ew birin girtîgehê dest bi lêgerîna tazî kirin û wiha got: "Em di ketina girtîgehê, nexweşxaneyê û darazê de rastî lêgerînên tazî hatin. Li gel ku em li djî vê yekê derketin jî dîsa lêgerînan berdewam kir. Ji bo me nexwest em rastî vê lêgerîna tazî bibin en neçûn nexweşxaneyê û darazê. Midûrê Girtîgehê dixwaze yek bi yek bi mere bi axive û hevdîtinan bike. Em vê hevdîtina yek bi yek qebûh nakin. Dema em diçin midûriyetê ji medûriyetê tên dixwazin em bibin sîxur. Dibêjin rûniştina we ya dozê heye. Li ser navê rûniştina dozê hevalên me dibin midûriyeta girtîgehê û ji wan dixwaze ku bibe sîxur. Ji ber vê yekê em hevdîtinên yek bi yek qebûl nakin. Girtiyan naşînin nexweşxaneyê. Dema dişînin nexweşxaneyê jî bi zorê dixwazin wan di lêgerîna tazî re derbas bikin."

Gunay, anî ziman ku doktorek di nava saetekê de dikare girtiyên 3 kawîşan muayine bike. Em bi mehan di kawîşên 46 kesan de 90 kes man. Bi zorê dixwaze em tevî kelepçeyan muayine bibin. Bi awayekî keyfî hevalên me dixin hucreyan. Pirtûkên me bi sînor dikin û qedexe dikin. Bi zorê dixwazin em bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinan bibin."

BERXWEDANA JINAN DÊ MEZINTIR BIBE

Gunay, anî ziman ku berxwedana jinan a li dijî binpêkirina mafan berê jî berdewam dike û bi vê çalakiyê mezintir dibe û wiha got: "Rêveberiya girtîgehê berê ji bo parastina mafên girtiyan soz da. Lê ev sozên xwe pêk neanîn. Dema li hemû girtîgehan çalakiya giştî dest pê nekiribû girtiyên jin ên Tarsûsê dest bi çalakiyê kirin. Berxwedana jinan berê jî hebû û niha jî berdewam dike. Jin weki li hemû qadan li zindanê jî berxwedana xwe bi biryar berdewam dikin. Di çalakiya greva birçîbûnê de jin di refê herî pêş de cih digirin. Jin dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Jin heta encamê bistînin dê berxwedana xwemezin bikin.