‘Sema raperîn û Newroz e’

AGIRÎ - Dayîka Sema Yuce, Zennure Yuce ya ku di Newroz bi agirê berda bedana xwe pîroz kir ev 19 sal in şûşeya findê ku li paş wê maye di boxçeyek spî de diveşêre wiha got: “Newroz cejneke ku kesên berdêl û wate dane fêm dikin e. Newroz Sema ye. Sema raperîn e Newroz e.”

Sema Yuce ji bo polîtîkayên li dijî kurdan şermezar dike di 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê agir berda bedena xwe û bû Newroz. Dayîka Yuce Zennure Yuce ku ev 19 salin şûşeya findê ku li paş wê maye di boxçeyek spî de diveşêre boxçeyê deqeyekî jî li ber çavên xwe ranake.

‘AWIRÊN WÊ WEKÎ DUH LI BER ÇAVÊN MININ’

Dayîka Yuce li gundê Seregol ê ku Sema lê hatiye dinê û bi hesp li çiyayên wê geriyaye bîranînên keça xwe dijî hewl dide şûşeya xwarinê ya ji dema Sema li nexweşxaneyê pe xwarin dixwe ji bo wê tê çi wateyê vebêje. Dayîk Yuce ku dengê wê direcife wiha dibêje: “Dema ez ji odeya nexweşxaneyê derxistim çavên xwe vekirin. Dema li pişt xwe zivirîm û temaşe kir wê jî berê xwe dida min. Awirên wê bihestiyar bûn hêjî li ber çavên mine. Tenê li pişt min nêrî. Piştî Sema jiyana xwe ji dest da min ji odeyê ev şûşeya xwarinê girt.”

‘XWEZIYA DEVÊ ŞÛŞEYÊ HEBÛYA Û BEHSA SEMAYÊ BIKIRA’

Yuce, şûşeya ku ji keça wê maye wekî ku dê yek jê bigire di deste xwe de şidayî digire dikeve nava bîranînan û wiha didomîne: “Sema keça min beriya jiyana xwe ji dest bide, ji xwerina di vê şûşeyê de hinek xwar. Xweziya deve vê şûşeyê hebûya û behsa berxwedana Semayê bikira. Xarin û vexwarina wê ya 3 mehên li Cerrahpaşayê ya di vê şûşeyê de bû. Min got heta ez sax bim dê ev şûşe ligel min be. Min ev şûşe veşart û ez ê veşêrim jî. Êşa min kêm nebû û her zêdetir bû. Çawa ku êşa min wekî roja yekê nû ne bîranînên Semayê jî wiha ne.”

ÇARŞEVA KU EV 19 SALIN NE HATIYE ŞÛŞTIN

Yuce, anî ziman ku ji keça wê ya wekî Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bedriye Taş (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) li pey xeyalên xwe meşiyaye û bûye sembola raperîna civakê tene awirek, şûşeya xwarinê û çarşevek maye û wiha pêde çû: “Min gelek bîranînên wê ji ber tirsa dê bi ser malê de bigirin xira bikin û bibin ji malê derxistine.”

Dayîk Yuce çarşeva ji boxçeyek spî derxist bi her du destên xwe dide ber rûyê xwe bêhnek dirêj digire û wiha got: “Ev çarşev ji dema Sema li Zanîngeha Anqereyê bû bikar dianî maye. Min tu caran ne şûşt. Bêhna Samayê jê tê. Dema ez bêriya Sema dikim derdixim û bêhn dikim. Dema beriya 22 salan ji dibistanê hat û bi xwe re anî, ez wekî ku di nav de ji dayîk bûye diveşêrim. Hêjî bêhna wê jê tê. Min wesiyek kir roja ez mirim dê ev çarşev bi min re bixin gorê.”

‘SEMA NEWROZE’

Yuce bi lêv kir ku wekî her sal dê di 21’ê Adarê de keça xwe li ser gora wê bibîr bîne û wiha axivî: “Sema raperîn, sembol û Newroze. Newroz cejneke ku kesên berdêl dane fêm dikin û wate didinê ye. Newroz Sema ye, raperîna gelê kurd e.”