ANTALYA - G.K. a di temenekî biçûk de zewicî û piştî zewacê tim şidet lê hat kirin, piştî demekê êdî hew îdare kir û li dijî şidet û êrîşên zayendî serî rakir. G.K. anî ziman ku, ji bilî têkoşînê tu alternatîfeke jinan tune ye.
Çîroka G.K. (23) a li Antalyayê dijî, hem pûxetya zewaca di temenên biçûk de, hem jî ya şideta li dijî jinan e. G.K. a di dema lîseyê de M.A. nas dike û paşê pê re dizewice, tam 4 salan ji aliyê M.A. ve şidet lê tê kirin û rastî êrîşên zayendî tê. Ji ber şidetê 2 caran zarok ji ber G.K.'yç ve diçin. Her çi qas G.K. nedixwest jî, lê di encama êrîşa zayendî ya bi zorê, cara 3'yemîn ducanî dibe û zarokek wê çêdibe.
Ji ber her ku diçû şideta lê dihat kirin zêde dibû, êdî G.K. hew îdare dike û tevî zaroka xwe berê xwe dide cem malbata xwe û doza devjêberdanê li hevjînê xwe dike. Doza G.K. hîn jî didome.
JI BER ŞIDETÊ DU CARAN ZAROK JI BER ÇÛN
G.K. diyar kir ku piştî ew zewiciye li Şirnexê bi cih bûne û got, di destpêka zewacê de li hemberî wê şidet dest pê kiriye. G.K. wiha axivî: "Hema bêje zarok bûm. Ji malbata xwe veqetiya bûm û çûbûm bajarekî nû û cem malbateke nû. Hîn min kes nas nedikir. Çi digotin min dikir, lê ji ber min nikaribû hin karên zêdeyî qaweta min in bike, şidet li min dihat kirin. Di bûyereke biçûçik de jî hevjînê min serî li şidetê dida. Carinan li ber çavê malbata xwe li min dida, lê malbata wî deng nedikir. 4 salan hema bêje her roj şidet li min hat kirin, lê min deng nedikir."
G.K. dest nîşan kir ku dema ew 5 mehî bû (ducanî) şidet lê hat kirin û li ser nêrdewanan hatiye tavdan û wiha got: "Dema li ser nerdewanan gindirîm, birîndar bûm. Zarok ji ber min çû. Paşê wek tu tişt nebûbe, dubare ducanî bûm. Lê belê vê carê jî dema du mehî bûm, dîsa şidet li min hat kirin û dîsa zarok ji ber min çû. Min pitika xwe ya duyemîn jî winda kir."
'PIŞTÎ MIN DENG DERXIST JIYANA MIN GUHERÎ'
G.K., anî ziman ku her çi qas wê nedixwest jî cara sêyemîn jî ducanî bûye û got, piştî wê zaroka xwe welidandiye, demeke kurt şideta lê dihat kirin kêm bûye, lê belê piştî demekê dubare dest pê kiriye. G.K., diyar kir ku li dijî vê şidetê kesî deng dernexistiye û dema wê rewş ragihandiye malbata xwe, malbatê jê re gotiye "hevjînê te ye, dê çêbibe."
G.K., anî ziman ku piştî demekê êdî hew îdare kiriye û got, dubare wan mala xwe biriye Antalyayê, lê belê li vir jî şidet domandiye. G.K., diyar kir ku piştî demekê wê ji bo zaroka xwe li hemberî şidetê deng dernexistiye, lê belê piştî demekê heqaret jî li şidetê zêde bûne û wiha domand: "Li ser vê min jî hew îdare kir û bi ser wî de çûm. Min jêr e got, tu mafekî re yê wisa tune ye ku tu bi min re wisa baixivî, heke careke din dest bidî min ez ê bêdeng nemînim. Lê belê, vê carê bêtir hêrs bû û bi qabloyê xwest min bifetisîne. Hema hema mabû ez bimirim. Bi zor û ehft bela min xwe ji nav lepên wî derxist. Ji xwe ev jî ya dawî bû. Hema min zraoka xwe girt û wê şevê mal terikand. Min ji hevjînê xwe re got ez ê dev ji te berdim, êdî nikarim îdare bikim. Dema bihîst ez ê dev jê berdim, ji bo dubare vegerim malê zaf hewl da. Lê êdî her tişt qediya bû. Min biryara devjêberdanê dabû. Hîn jî doza min a devjêberdanê didome."
'JI BILÎ TÊKOŞÎNÊ TU ALTERNATÎF TUNE YE'
G.K., diyar kir ku wê û zaroka xwe dest bi jiyaneke nû kiriye û wiha got: "Dema min debg derxist şidet qediya. Jiyana min guherî." G.K., anî ziman ji bo jiyana xwe ji bilî têkoşînê tu alternatîfeke jinan tune ye.