STENBOL - Jinên di berxwedana Geziyê de hatin gel hev û ji bo zimanekî feminîst biafirînin Forûma Jinan a Mastvan ava kirin, ev 3 sal e rojeva jinan nîqaş dikin, çareseriyê pêş dixin û rêya xwe didomînin.
Jinên beşdarî Berxwedana Geziyê bûn û bi vedana konan li ber xwe dan, bi Forûma Jinê ya Yogûrtçû a bi rêxistina li ser medyaya civakî ava kirin, rêya xwe didomînin. Wê demê bi banga Kolektîfa Feminîst a Stenbolê (ÎFK) di 26'ê hezîrana 2013'an de li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê kombûyînek çêbûbû û li ser vê Forûma Jinê ya Yogûrtçû hatibû avakirin. Niha ev forûm qada nîqaşê berpêşî jinan dike.
Ji wê rojê heta niha Forûma Jinê ya Yogûrtçû her çarşem saet di navbera 19.300-21.30'yî de dicive. Forûm di heman demê de bi rojeva xwe, çalakî û kampanyayên xwe tevî hemû jinên beşdarî forûmê dibin rêxistinbûyînekê dike; bi piştevaniyên cuda, forûm, rêxistinên jinan û rêxistinên feminîst re tim têkiliya piştevaniyê datîne û avahiyeke serbixwe ye. Jinên bi forûmê re mijarên xwe yî nîqaşê pêş dixin, havînan li Parka Yûgûrtçûyê û zivistanan jî li qadên sergirtî tên gel hev.
JI BO ZIMANEKÎ FEMINÎST BIAFIRÎNIN LI FORÛMÊ TÊN GEL HEV
Jinên her hefte li ser mijareke ku berê hatiye diyarkirin nîqaşan dikin, carinan jî mijarên li gor rojevê derdikevin pêş nîqaş dikin. Forûmên ji her derdorê jin beşdarî wan dibin, hema bêje vediguherin qada piştevaniyê. Hin ji wan bi xwarin û vexwarinên ji malê tînin daxilî pişteavniyê dibin, hin ji wan jî dema nîqaşên di forûmê de guhdar dikin, ji bo piştevaniya welatiyên bajarên kurdan ên hatin rûxandin honaniyê dikin. Tiştên di dema forûmê de tên nîqaşkirin, ji bo kesên beşdar nebûne jî bi rêya e-maîlê tên parvekirin. Di forûma ku li dijî pergala mêrî serkêşiyê di xwe de dihebîne jinên ji bo zimanekî feminîst biafirînin tên gel hev, ev zêdeyî 3 sala ye rojeva jinan nîqaş dike, çareseriyan diafirîne û bi vî awayî rêya xwe didomîne.
Me bi Naciye Ertaş û Zekiye Hasançebî yên ku ji roja forûm hatiye avakirin tê de cih digirin re, ceribînên wan î 3 salan axivî.
‘TIŞTA DERKET HOLÊ PIŞTEVANÎ YE'
Naciye Ertaş diyar kir ku, di serdemeke ku pergala mêrî sîrayetî her derê kiriye de, Forûma Jinê ya Yogûrtçûyê ji femînîzmê ne serbixwe ye û vedibêje ku, ya ku derket holê hesta piştevaniyê ye. Ertaş diyar kir ku, di çalakiyn Geziyê de jinan roleke aktîf hilgirtiye ser xwe û avakirina forûmê wiha vegot: "Di vê pêvajoyê de li dijî sicêfên zayendî bi awayekî cidî têkoşînek xwe da der. Sixêfên li ser dîwaran nivîsandî, hatin malaştin. Me di nav xwe de atolye vekirin. Piştî çalakiyên Geziyê, me dît mêr ji bo xwe pir qad vekirine zêde cih nedane jinan. Ji ber vê demildest pêdiviyeke forûma jinan derket holê."
‘FORÛM JI BO HER JINÊ VEKIRIYE'
Ertaş got, dema ew rojeva xwe diyar dikin li dervayî siyasetê namînin û herî dawî wan "sererastkirina îstîsmara zayendî" ya lis er bertekên raya giştî bi paş ve hat kişandin nîqaş kiriye û wiha axivî: "her çiqas em rojeva xwe pir dûrî siyasteê nahêlin jî, lê em bi giştî balê dikişînin ser piştevanî û qadên axaftinê yên jinan. Li vir tu vegotineke me yî ji bo avahiyeke siyasî tune ye. Ji bo her jina ku xwe li vir dibîne, forûm ji wan re vekiriye. Xwe çawa pênase dike bila bike, ji bo hemû jinan û ferdên trans forûma me vekiriye." Ertaş bi van gotinan jin vexwandin forûmê: "Li cîhana ku pergala mêrî xwe afirandiye, em ne bi tenê ne. Dema em bi hev re bin, em hêzdartir in. Dema em li gel hev bin, wê dengê me zexmtir be."
‘PÊWENDIYA ME BI ZÊDEYÎ 500 JINÎ RE HEYE'
Zekiye Hasançebî jî hema bêje hemû jinên tê forûmê nas dike û diyar kir ku, ew havînan li Parka Yogûrtçûyê tên gel hev, ev hatine wan bala jinên ahwirdorê jîd ikşîne û heta niha pêwendiya wan bi zêdeyî 500 jinî re heye û got, di navbera wan de tu hiyerarşî tune ye.
DERNÛAS, BIJÎŞK, PERWERDEKAR JÎ LI FORÛMÊ HENE
Hasançebî diyar kir ku, ji bo rê li ber xistinê gelek caran derûnas, perwerdekar û bijîşk jî tevlî wan dibin û got ya girîng piştevaniya jinê ye û wiha domand:"Piştî komkujiya 10'ê Cotmehê dema me hev dît, me hev hembêz dikir û wê demê me hîs kir ku barê êşa me sivik dibe. Yan jê bi tena serê xwe ji derheqderketina van roja zehmet e. Tenê ji bo hîskirina piştevaniya jinê be jî, hatina jinan a vir girîng e. Hevalên me yî jin ên tên vir, heke pirsgirêgeke wan hebe em nîqaş dikin. Em pirsgirêkên taybet jî li vir bi piştevaniyê sivik dikin."
Hasançebî herî dawî wiha got:"Yê bixwaze her tim dikare pirsgirêka xwe bi me re parve bike. Deriyê me ji bo hemû jinan vekiriye, bi hezkirinî em ê li gel hev bin."