BURSA - Komeleya Jinê KOZA ya ku ji bo îstihdama jinan projeyan ava dike û dixwaze jin di jiyana kar de cih bigirin hewl dide jinên ku dewlet li malê heps dike derxîne kolanan. Ji damezirînerên komeleyê Meral Yalnizca diyar kir ku ew dixwazin jin ji qozeyên xwe derkevin.
Komeleya Jinê KOZA ya di 2012'an de hate avakirin ji bo îstihdama jinan projeyan pêş dixe û ji bo ku jin di jiyana kar de cih bigirin xebatan dimeşîne. Komelebalê dikişîne li ser jinên ku bi rolên civakî li ser wan tê barkirin û li malên tên hepskirin û ji bo derbaskirina vê jî tevlibûna jinan li jiyana kar e û bi temamî li ser keda jinan pêş dikeve û ji tu saziyên dewletê alîkariyê nagire.
Endamên Komeleya Jinê KOZA ku ji bo projeyeke pêş bixin avahiya wan jî tuneye li Şaredariya Nîluferê ya CHP'î kom dibe û civîn û niqêşan xwe li vir dikin.
Ji damezirînerên komeleyê Emîne Dogru diyar kir ku dema li tekstîlê dixebitî jin di qada kar de dihatin eciqandin û ew jî paraçeyekî vê yekê bû, avakirina Komeleya Jinê KOZA pêdiviyek bû. Dogru destnîşan kir ku hedefa wan a bingehîn ji bo jinan qada îstihdamê vekirin û çareserkirina pirsgirêkên jinên ku dixebitin e. Dogru têkîldarî avakirina komeleyî jî wiha got: "Di 2005'an de li kargeheke tekstîlê şewat derket. Li ser jinan derî hatin kilîtkirin. Jinan jiyana xwe winda kirin. Li ser vê me jî biryara avakirina vî komeleyê da."
'ŞAREDARÎ PEYWIRA XWE BI CIH NAYNE'
Dogdu da zanîn ku qasî jinên dixebitin bi jinên kedkarê malê ne re jî xebatan dimeşînin, taxên pîlat diyar dikin projeyên ku jiyana jinan rehet dike dimeşînin. Dogru diyar kir ku ew hewl didin ku jin bixwe pirsgirêkênn xwe tespît bikin, pirsgirêkên taxan datînin holê û ji bo çareserkirina vê xebatan dimeşînin, ronîkirina kolanan heta lênêrîna kal û pîran ji bo barê jinan kêm bibe projeyan amade dikin.
Dogru got ku şaredarî peywira xwe bi cih naynin û wiha berdewam kir: "Tiştên ku divê şaredarî bike me hewl da bikin lê li taxên navendî jî şaredarî peywira xwe bi cih nayne." Dogru got ku şaredarî tu piştgiriyê nadin wan.
'JIN DÊ JI YEK PERESTIYÊ RE NEBÊJIN ERÊ'
Dogru bal kişand li ser pêvajoya referandumê jî û got ku divê jin bi taybetî bibêjin "Na" û wiha got: "Divê jin li dijî yekperestiyê li ber xwe bidin. Me weke komele nîqaş nekir lê jixwe jin di mekanîzmaya ku yek kes biryarê bide de nebêjin 'Erê'. Di pêvajoya ku jin li malê tên hepskirin, tên çewisandin re derbas dibin. Ji ber vê yekê jî em li gotinê ku ji devê yek kesî derdikeve nenêrin."
'DIVÊ JIN JI QOZEYAN DERKEVIN'
Ji damezirînerên KOZA Meral Yalnizca jî diyar kir ku ji her fikrê jin di komeleya wan de cih digirin û mal bi mal digiren xebatan dimeşînin û wiha berdewam kir: "Jin nikarin ji malên xwe derkevin, navê me vî KOZA ye, em dixwazin ku jin ji qozayên xwe derkevin, azad bibin."
Yalnizca diyar kir ku bi berpirsyariyên civakî jin ji qada kar tê durxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zarok xwedîkirin, xwarin çêkirin wekî karên jinan e tê nîşandan. Li dijî vê yekê el jî dibêjin divê jin ji malên xwe derkevin û bixebitin. Ji bo vê yekê em jinan perwerde dikin ji bo qadên kar bên vekirin xebatan didin meşandin."
'JIBO JIYANEKE AZAD DIVÊ JIN BIBÊJIN NA'
Yalnizca di dawiyê de wiha got: "Em jin di nava 'Platforma Jin Dibêjin Na' de cih digirin. Em bi jinan re tên cem hev. Ji jinên ku dibêjin 'Erê' sedema vê dipirsin. Wan guhdar dikin û piştre jî divê çima bibêjin 'Na' bi wan de diaxivin. Ez jî ji ber pêşerojê bi fikar im dibêjim Na. Ger ku 'Erê' derkeve her tişt dê ji bo jinan zehmetir be. Ji ber vê yekê jî divê jin jibo jiyaneke azad bibêjin 'Na'. "