Êrîşî meşa 25'ê Mijdarê kirin: 7 jin hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên ku êrîşa meşa jinan a 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîteda li ser Jinan a li Enqereyê kirin 7 jin bi derpkirinê binçavkirin. Her wiha li Rihayê jinan bi heman munasebetê jinan qerenfîl belav kirin.

Platforma Jinên Enqereyê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîteda li ser Jinan xwestin ji Qada Kolejê hat Qada Sakaryayê meşekê li darbixin lê destûr nehat dayîn ku jin bimeşn. Piştî demekê polîsan pêşiya jinên ku hatin cem hev û li pişt pankartên vekirî dirûşem berzkirin û dest bi meşê kirin girtin ji jinan re gotin ku ew destûr nadin meşan wan û xwest ku jin belav bibin. Lê jinên di meşê de israr kirin rastî êrîşa polîsan hatin.

Hat zanîn ku di êrîşê de herî kêm 7 jin hatin binçavkirin. Jinên ku hatin binçavkirin ji aliyê polîsên jin ve hatin deropkirin. Ligel êrîşa polîsan jî jinan kombûna xwe ya li Qada Sakaryayê didomînin.

LI RIHAYÊ JINAN QERENFÎL BELAV KIRIN

Platforma Jinên Rihayê ya Bajar di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîteda li ser Jinan, qerenfîl li jinan belav kirin. Jinên ku di nava wan de Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan, Hevseroka Bajar a HDP'ê Ayşe Surucu, Hevseroka Bajar a DBP'ê Yasemîn Kiliç, Seroka Şaredariya Bozovayê Fatma Dogan bi cilên xwe xwe yên gelerî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevseroka HDP'ê Ayşe Surucu daxuyanî li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan di nava tilîlî û erbaneyan de xwend. Surucu, da zanîn ku berxwedana jinan bi sedsalane bi dawî ne bûye û wiha got: "Em jinên ku li Geziyê bi kirasê sor li ber TOMA'yan li ber xwe didinin. Li Yeşîlyolê Havvayin û li Parka Roma xwedî li dîrokê derdikevin. Em jinên ku li Şengalê ji bo pêşerojê li dijî DAIŞ'ê şer dikin û pêşengiya Şoreşa Rojava dikin."

Piştî Surucu, Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan axivî. Ocalan da zanîn ku ji bo jinan her roj roja berxwedanê ye û wiha pêde çû: "Ne hedê tu kesê ye ku jinan ji mafên bingehîn û azadiya wê bêparbihêlin. Têkoşîna jinan dê bi dawî ne be û dê bi sedsalan bidome. Ev berxwedanek bingehîne."

Ocalan, anî ziman ku wan xwest ku têkoşîna jinên ku ne dinava wan de ne bidomînin û wiha axivî: "Niha ji aliyê îktîdara AKP'ê ve bi dehan hevşaredar, parlamenter û siyasetmedarên me di girtîgehan de rehîn digirin. Ji têkoşîna azadiyê, aştî û demokrasiyê ditirsin. Tenê sedemek a vê tirsê heye. Ew jî jinên ku li dijî faşîzmê li berxwe didinin."

Piştî daxuyaniya çepemeniyê jinan bi erbane û tilîliyan qerenfîl û belavok belav kirin.