AMED - Jinên TJA'yî bênavber xebatên 'Na'yê bi rê ve dibin. Aktivîsta TJA'yê Ayşe Çelikbilek, diyar kur ku ew bi şev û biroj derî bi derî digerin û "Na'yê bi rê ve dibin û got, li gor çavdêriyên wan dê ji sedî 90'ê jinan dengê "Na"yê bi kar bînin.
Her ku ber bi referandûmê ve diçe, xebat jî bi lez û bez bi rê ve diçin. Li herêmê jinên ku pêşengiya xebatên referandûmê dikin, derî bi derî digerin û "Na"yê birêxistin dikin. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Çelikbilek, diyar kir ku ji bo "Na"yê gelek sedemên jinan hene.
‘DEWLET JI JINÊN RÊXISTINBUYÎ DITIRSE'
Çelikbilek, bi bîr xist ku hema bêje hemû parlementerên jin, hevşaredarên jin û gelek siyasetmedarên jin hatine girtin û got, qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin, ewil hedefa wan rawestandina xebat û girtina saziyên jinan bûye. Çelikbilek, diyar kir ku ev bi tena serê xwe jî feraseta li dijî jinê nîşan dide û got, dewlet ji xebatên jinan û saziyên wan ên li herêmê ditirse. Çelikbilek, anî ziman ku ew ê ji ber vê bibêjin "Na" û got, heke di referandûmê de "Na" derkeve, dê îktîdar bibîne ku polîtîkayên wan ji aliyê jinan ve nayên qebûlkirin. Çelikbilek, diyar kir ku dê bi "Na"yê re diyar bibe ku ka jin çi qasî rêxistinbûyî ne û dê diyar bibe ku ew vê pergalê qebûl nakin.
‘JI SEDÎ 90'Ê JINAN DIBÊJE 'NA''
Çelikbilek, anî ziman ku jin pêşengiya xebatên referandûmê dikin û wiha domand: "Çimkî li hemû qadên jiyanê tune tên hesaibandin. Ji ber ku ji bo jinan pêşeroja wan girîng e, bêtir piştevaniya 'Na'yê dikin û ji bo wê têdikoşin. Di xebatên me de jî ewil jin derdikevin pêşiya me. Li vir jî jin di warê hûnandina jiyanê de pêşengiyê dikin. Dema em 'Na'yê vedibêjin, ji sedî 90'ê jinan bertekên erênî nîşan didin. Dibêjin ji xwe em ê bibêjin 'Na'. Em rastî nêzîkatiyên wisa tên. Dê li herêmê herî zêde jin dengê 'Na'yê bi kar bînin. Bi taybetî jin li dijîr rûxandin û talankirina Sûrê bi hêrs in. Ji bo vê tenê be jî dê bibêjin 'Na'."
‘BI ŞEV Û BI ROJ EM 'NA'YÊ BIRÊXISTIN DIKIN'
Çelikbilek wiha domand: "Em wek jinan bi rengê xwe û kincên xwe yên herêmî serdana esnafan, bazaran, park û kuçeyan dikin. Derî bi derî digerin û ji jinan re 'Na'yê vedibêjin. Em ê xebatên xwe zêdetir bikin û bi şev û bi roj bixebitin. Çimkî ev referandûm ji bo me jinan zaf girîng e. Êdî saleke ku em winda bikin tune ye û ev referandûm pêşeroja me nîşan dide."