ÊLIH - Hediye Yilmaz a li dikana xwe ya ku kirîgerên wê navê "Terziya Koçer" lê kiriye, 20 sal e terzîtiyê dike. Yilmaz, tenê kincên gelêrî yên jin û zarokan didirû.
Hediye Yilmaz (45) a li Taxa Baglarê ya Êlihê 20 sal e terîztiyê dike, wek "Terziya Koçer" tê naskirin û tenê kincên gelêrî didirû. Yilmaz, dest nîşan kir ku divê jin li her qadê bitêkoşin û wiha got: "Heke jin bixwaze, dikare her kevirî veguherîne her şiklî. Jin her tişt e. Jiyaneke bêyî bêyî jinê û keda wê, ne tu jiyan e. Jiyaneke rizandî ye."
Yilmaz, anî ziman ku wê berî terzîtiyê sewalvanî dikir û wiha got: "Nêzî 20 sal e ku terzîtiyê dikim. Ji ber hin zehmetiyan min çêlek firotin. 2 zarokên min hene. Debara xwe bi vê dikanê dikim. Li vir her cure şelwar, şelwarên zarokan û fîstanên jinan didirûm. Ji ber kincên gelêrî didirûm, ji Almanyayê êzidî tên û li cem min kincan didin dirûtin. Niştecihên taxê ji min re dibêjin 'Terziya Koçer'. Li ser dikanê tabela tune ye."
Yilmaz, diyar kir ku beriya ew dikanê vebike wê li odeyake mala xwe kinc didirûtin û wiha axivî: "Wê demê jî min li malê kincên cîranên xwe wan didirûtin. Min belaş didirût. Cîranên me ji dêvla pereyan hirî, erzaq û zexîre dianîn. Me piştevaniya hev dikir. Me li hev dikir. Min wisa debara xwe dikir."
‘TENÊ KINCÊN JINAN ÇÊDIKIM'
Yilmaz, ragihand ku ew cawê fîstan û şelwaran ji Çarşiya Şewitî ya Amedê dikire û wiha domand: "Piştî li Sûrê qedexe hat îlankirin min li Êlihê caw dikirî. Ez metreya caw bi 4 TL'yî dikirim û şelwar jî bi 30 TL'yî difiroşim. Berê min newresim çêdikirin. Ji bo bûk û zavan min cihêz çêdikirin. Berê karê min baş bû. Krîza aborî bandorê li me jî kir. Li vir tenê kincên jinan didirûm. Ev der cihekî ku aîdî jina ye."
‘JIYANA BÊYÎ JINÊ, JIYANEKE RIZANDÎ YE'
Yilmaz, anî ziman ku ew her tim rastî zor û zehmetiyan hatiye, lê tu carî li hemberî zehmetiyan teslîm nebûye û wiha axivî: "Heke jin bixwaze, dikare her kevirî veguherîne her şiklî. Jin her tişt e. Jiyaneke bêyî bêyî jinê û keda wê, ne tu jiyan e. Jiyaneke rizandî ye. Lê belê, jin hay ji qabîliyeta xwe tune ne. Heke bi xwe bawer be, hay ji qebîliyeta xw ehebe, xwedî li vîna xwe derkeve, çi kar dibe bila be dê karibe ji derheqê wê derkeve."
Sonya Bayik - dîhaber