WAN - Li Wanê hunera sewadê ya li ber tunebûnê ye, bi destên jinan jîndar dibe.
Di Atolyeya Zîfê ya ji aliyê Navenda Jiyanê ya Jina ya Rojînê ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xebatên xwe dimeşîne hat vekirin de, hunera sewadê ya ermeniyan ku li ber tunebûyînê ye, bi destê jinan ji nû ve jîndar dibe.
MEBEST GIHANDINA HOSTEYÊN JIN E
Ji du hosteyên li welat dijîn yek jê Sadûllah Ozmen ê li atolyeyê qursê dest nîşan kir ku, jêderka hunera sewadê Wan e. Ozmen anî ziman ku, dîrokçeya karkeriya sewadê xwe digihîne salên 1300'î û diyar kir ku, bi sedan salî hosteyên ermenî vî akrî kirine. Ozmen dest nîşan kir ku, êdî hosteyên sewadê nayên guhandin û ji ber vê ber bi tunebûnê ve diçe û got, bi vê atolyeyê mebest gihandina hosteyên sewadê yên jin in.
Ozmen anî ziman ku, ev nêzî salekê ye atolye hatiye vekirin û wiha got: "Li Tirkiyeyê hema bêje ji du hosteyên ku dijîn yek jê ez im. Li qurseke ku li Wanê vebû, di 3 salan de ez hîn bûm. Her wiha li welat du atolyeyên sewadê hene. Me dest bi akrekî baş kir, mebesta me ew e ku, em rê li ber tunebûyîna vê karkeriya dîrokî bigirin. Berên em çêdikin hem li vi hem jî li gelek deveran difiroşin. Em li fûaran jî temsîl dikin."
‘DI KARKERIYÊ DE JIN JI MÊRAN SERKEFTÎTIR IN'
Ozmen got, niha ew vê karkeriyê hînî 5 jinan dike û gotî di karkeriya sewadê de jin ji mêran serkeftîtir in. Ozmen dest nîşan kir ku, destê jinan zêde nalerize û wiha domand: "Dîsa lis er zîv bi navê 'pênûsa destan' xêzkirinek heye, li Tirkiyeyê cara ewil bi navê Yildiz şagirteke min ev çêkir. Sewad ji tevlîheviya sifir, qerqeşûr, kukurd û zîv çêdibe. Di sewadê de noqteya herî girîng, di dema valakirinê de zevtkirina rêjeya lacîwerdê ye û paqijkirina ji hundirên rehan e."
Ozmen got, ew ê di 15 rojên pêş de li ser sifirê bixebitin û anî ziman ku, ew ê ji sifir fincan, qutiyênd ermanan, tiştên diyariyê hwd. çêbikin.
YEKEMÎN HOSTEYA JIN A SEWADÊ
Yildiz Oktay a amadeariyên hostetiya sewadê dike jî wiha got: "Ji bikaranîna zîvê sewadiyî bêtir, ji ber ev kar çandî û hunereke antîk e min tercîh kir. Ji ber ez liv ir, zaf bextewar im, ez di wê baweriyê de me ku êdî bi etmamî min fêm kiriye. Heke perwerdehiya min bi dawî bibe jî, ez ê vê hunerê hem bi derfetên xw ehem jî li saziyên fermî bidomînim."