STENBOL - Jin li ser banga Platforma Em dê Cînayeta Jinan Rawestînin, li Îskeleya Beşîktaş Kadikoyê kom bûn û çalakiya bi navê "Em dê ji bo azadî û Laiklikê têbikoşin, em dê cînayetên jinan rawestinin" pêk anîn.
Jin bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinên Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê li ser banga Platforma Em dê Cînayeta Jinan Rawestînin bi şîara "Em dê ji bo azadî û laîklika xwe têbikoşin" îskeleya Kadikoy Beşiktaşê kom bûn û daxuyanî dan. Jinan di çalakiyê de pankarta "Em ji Laiklik û Azadiya xwe bernadin. Em dê li dijî dijminên jin û zarokan têbikoşin" vekirin û dowîzên "Em dest ji mafên xwe bernadin" û "Em li dijî îstîsmara zarokan bêdeng namînin" vekirin. Jinan di daxuyaniyê de bê navber siloganên "Tu dê qet bi tenê nemeşe" û "Em dê cînayeta jinan rawestînin" berz kirin. Jinên li dora wan kom bûn jî piştgirî dan çalakiyê.
Di çalakiyê de Dayika Yagmur Onut a rastî tundiya mêr hat û hat qetilkirin Sevgî Onut têkildarî "Guhertina îstîsmara zayendî" got “Tecawiz tetilkirina mirovekê ya dema dijî ye." "Nedîtina qetîlan û bêdengî şirîkatiya heman sûcî ye."
Nûnera Platformê Gulsüm Kav jî anî ziman ku bi biryarin li dijî tundiya li ser jinê bi biryar in. Kav herî dawî bilêv kir ku heta yek zarok jî zerar nebînin dê têkoşîna xwe berhdewam bikin"
Herî dawî balonên sibî firandin newayê