Jinên reng didin parkan: Keda me nayê dîtin

KONYA - Jinên li Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê di parkan de dixebitin, diyar kirin ku bi kedek mezin reng didin parkan, lê keda wan naye dîtin. Jinan anîn ziman ku, rastî tundiyê tên û keda wan tê binpêkirin.

Jinên li Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê xebatê peyzajî ya parkan dikin, diyar kirin ku keda wan tê binpêkirin û rastî tundiyê tên. 30 jinên li Girê Aladdin dixebitin karê peyzaja park û baxçeyan dikin. Jinên bi peyman karê şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê dikin rojê 8 saetan bi heqê herî kêm dixebitin. Jinên ku zivistanan di sermayê de û havînan de jî di germahiya zêde de dixebitin anîn ziman ku ji aliyê kesên bi navê "çawîş" ve tê zanîn rastî tundî û mobingê tên. Jina 40 salî Habibe Kirsal, anî ziman ku ji bo debara xwe bikin neçarin hemû karan bikin û wiha got: "Me ji meha mijdarê heta Kanunê lale çandin. Di meha heziranê de jî em van laleyan radikin û li şûna wan çîçeakên demsalî diçînin.

HEZAR Û 500 JIN DI RÊZÊ DENE

Kirsal, anî ziman ku ji ber kar tune û şertê jiyanê zahmet e niha hezar û 500 jin li benda kar di dorê de ne. Kirsal, bilêv kir ku ji ber betalî zêde ye wan bi heqê herî kêm didin xebitandin û zext û tundiyê li ser wan dikin.

EM BI HEQÊ KÊM DIXEBITIN

Karkera parkê Emîne Yuksel jî anî ziman ku nêzî 5 salin karê parkê dike û bi heqê herî kêm dixebite. Dayika 2 zarokan Yuksel, bilêv kir ku ji ber mesrefa zarokên xwe yên dibistanê neçare kar bike û ji bo nikare debara xwe bike mecbûr bi keda erzan bixebite û wiha got: "Em pir zor û zahmetiyê dijîn. Ji bo ez bi keda xwe debarê dikim kêfxweş im. Ez naxwazim bibim mohtacê kesan. Lê em naxwazin keda me jî bê xwarin."

Dayika 4 zarokan Tayibe Kural jî 3 salin karê parkan dike û bi heqê herî kêm dixebite. Kuran, anî ziman ku ji ber qeyrana aborî neçare bixebite û debar bi xebata du kesan nabe.

KEDA JINÊ NAYÊ DÎTIN

Kural, anî ziman ku di nava civakê de keda jinê zêde nayê dîtîn û wiha got: "Di navbera jinê û mêr de cudahî heye. Pirsgirêka dîtina kedê heye. Em jin çiqas bixebitin keda me wekî ya mêr nayê dîtin. Em bi qasî mêr heqê keda xwe nastînin. Keda me her dem erzan e."

PIŞTÎ PEYMANA KAR XELAS BÛ KAR JÎ XELAS BÛ

Jina bi navê Fatma Yanar jî anî ziman ku piştî peymana wê ya bi ÎŞKUR'ê re xelas bû karê wê jî xelas bû û wiha got: "3 mehin ez li parkan dixebitim. Min hevserê xwe yê berê berda. Min û hevserê xwe ji hev hez dikir. lê ji ber zarokên min çênebûn, malbata hevserê min ez nexwestim. Me hev berda û ez niha bi xwe li ser piyê xwe disekinim. Divê em pişta xwe nedin mêr û nexebitin. Divê em bi xwe li ser piyê xwe bisekinin."