KOBANÊ – Hevseroka Desteya Rêveber a Sîstema Fedraliya Bakurê Sûriyeyê Foze Yûsiv a di "Komxebata Jin û Parastinê" de axivî bal kişand li ser girîngiya parastina jinê û wiha got: "Jin bûye hêza ku sîstema kapîtal têk dibe. YPJ`ê li Rojava ev yek isbat kir û rastiya sîstema kampîtal derxiste holê.”
Komxebata Jin û Parastinê ya li ser asta Rojhilata Navîn tê lidar xistin berdewam dike. Piştî axaftina vekirinê ya Fermandara YPJ'ê Sozdar Dêrik Hevseroka Desteya Rêveber a Sîstema Fedraliya Bakurê Sûriyeyê Foze Yûsiv axivî. Foza Yûsiv bal kişand ser girîngiya parastina jin û rola wê di pêşengiya civakê de û ev tişt got:" Jin di qadên şer û parastina cewherî de xwe isbat kir. Jin bûye hêza ku sîstema kapîtal têk dibe. YPJ`ê li Rojava ev yek ispat kir û rastiya sîstema kapîtal derxiste holeê.”
'BERXWEDANA JINÊ YA LI ROJAVA JI BO JINAN BÛ HÊVÎ'
Foza Yûsiv di berdewamiya gotinên xwe de wiha got: "Berxwedaniya jin li Rojava ji bo tevahî jinan tekoşîn kir û rastiya sîstema desthilatdar derxist, ji ber vê yekê ji hemû jinan re bû hêvî. Bûye Hêviya avakirina civakeke nû li ser xaka Mezepotamiya û ji nû ve vejînkirina mîrasê jina pêşeng."
Hevseroka Desteya Rêveber a Sîstema Fedraliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsiv di dawiya gotinên xwe de got ku ew ê ji bo rêxistinkirina jin têkoşîna xwe bidomînin.
'BERXWEDANA YPJ'Ê HÊZA JINÊ DA NASKIRIN'
Piştre endama Kordînasyona Rêveberiya Xweser a her sê kantonên Rojava Bêrîvan Hesen axivî. Bêrîvan Hesen di despêka axavtina xwe de girîngiya lidarxistina komxebatê ji bo jinan wekî gaveke dîrokî pênase kir û wiha got: "Berxwedaniya YPJ`ê li Kobanê hêza jin bi her kesî da naskirin. Bi taybetî di aliyê leşkerî de YPJ`ê xwedî rolekî mezin bû."