ÊLIH - Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Êlihê, li gel derfetên kêm û astengiyên li pêş xebata "Na"yê jî, dîsa mal bi mal digerin û "Na"yê bi rêxistin dikin.
Aktîvîst û hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA), bi nezîkbûna 16'ê Nîsanê roja referandumê re xebatên xwe yên "Na" zêdekirin. Hevpar û aktîvîstên TJA'yê li gel derfetên kêm û astengiyên li pêş xebatên "Na" jî dîsa tax bi tax, gund bi gund digerin û "Na"yê bi rêxistin dikin. Jinên ku li tax û gundan digerin, diyar kirin ku rastî eleqeyek mezin tên û hêvî û baweriya na di pêş de ye. Jinên ku "Na" bi rêxistin dikin anîn ziman ku di 18 xalan de têkildarî mafê jinê tu tişt tune û dê di sindoqê de bêjin "Na" û bersîvek xurt bidin. Berdevka TJA ya Êlihê Songul Korkmaz, anî ziman ku bi xebatên referandumê re wan jî li Êlihê dest bi xebatên "Na" kirin û bi awayekî rêxistinî li tax û gundan xebatan berdewam pêş dixin. Korkmaz, diyar kir ku ji bo "Na" bi hêza herî mezin bi rêxistin bikin kolan bi kolan, tax bi tax û gund bi gund digerin û "Na" vedibêjin. Korkmaz, bilêv kir ku di nava 18 salan de têkildarî mafê jinê tu tişt tune û wiha got: "Zagona ku mafê jinê neparêze em qebûl nakin. Jin di hemû qadê jiyane de hene. Lê di vê zagonê de mafê jinê tune. Em dê li her derê bêjin Na û em dê 'Na' bi rêxistin bikin. Ji bo dengê "Na" xurt derkeve em em xebatên xwe berdewam dikin."
EM DÊ JI TEŞHIRKIRINA BEDENA JINAN RE BÊJIN NA'
Korkmaz, anî ziman ku dema dadikevin kolan û qadan rastî eleqe û coşek mezin tên û her kes bi gotina "Na" wan pêşwazi dikin. Korkmaz, daxuyand ku bi salan de nav û keda jinê tê înkarkirin û wiha got: "Em dê li dijî înkara ked û nasnameya jinê bêjin 'Na' Em dê ji şer, kuştin, teşhîrkirina bedena jinê re bêjin 'Na'. Di sedsala 21'an de jin tên kuştin û cenazeyên wan 7 rojan li kolanan tên hiştin. Bedena jinan tazî li kolanan tên teşhîrkirin. Em dê li dijî hemû binpêkirinan bêjin 'Na'. Li dijî rejîma yek zilamî bêjin 'Na' ."
MAL BI MAL DIGERIN
korkmaz, bilêv kir ku ji bo li ked, maf û nirxên jinê xwedî derkevin "Na" bi rêxistin dikin û ji bo vê yekê mal bi mal, derî bi derî sedema "Na" vedibêjin û "Na"yê bi rêxistin dikin.
'JIN BI COŞ PÊŞWAZÎ DIKIN'
Aktîvista TJA'yê Derya Arslan jî diyar kir ku 16'ê Nîsanê ji bo wan referandumek pir girîng e û wiha got: “Em wekî jin li hemû qadên Êlihê "Na" bi rêxistin dikin. Mal bi mal kolan bi kolan em "Na" vedibêjin. Em bi coşek mezin tên pêşwazîkirin. Eleqe û hêvî ji nayê pir zêde ne. Em diçin ku dibe wekî şahiyan. Gelê Elilê dê tev bêjin "Na". Em ji bo kuştina Dayika Taybet, ji bo cenazeyê Ekin Wan, Cemile dibêjin 'Na'."