STENBOL - Aktîvîsta Feminist Berrin Sönmez, diyar kir ku di îstîsmara zayendî de pêşnumaya ku sînorê 12 salî qebûl dike hişmendiya mêrê serdest e û wiha got: “Dadgeh bi mexrûr re empatiyê ava nake. Wîjdanên wan tenê bi bersûc re empatî ava dike.
Hikûmetê piştî pêşnûmeya “sererastkirina îstîsmara zayendî” paşve kişand di pêşnûmayê de sînorê îstîsmarê derxist 12 salan û qebûl kir. Pêşnûmyea "Qanûna Dadgeha Ceza û Pêşnûmeya Têkildarî Guhertina Hin Zagonan” ku rojên borî hatibû niqaşkirin li meclîsê hat qebûlkirin. Li gorî vê yekê xala 103’an a ku Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) îptal kiribû ya "Îstîsmara zayendî ya zarokan” ji nûve hat rastkirin. Kesê êrîşa îstîsmara zarokan bike dê di navbera ji 8 salan heta 15 salan bê cezakirin. Îstîsmara li dijî zarokên 12 salî û jêr de jî dê rastî 10 sal û yên hewl bide jî dê herî kêm rastî 5 sal ceza bê.
Di êrîşa îstismara zayendî de dê herî kêm rastî 16 sal ceza bên. Ger ku zarok sînorê 12 salan derbas nekiribe êrîşkarê îstîsmara zayendî dê herî kêm rastî 18 sal ceza bê. Têkildarî guhertina pêşnûmayê Aktîvîsta Feminist Berrin Sonmez, nirxandin kir.
'WÎCDANÊ WAN TENÊ TÊRA EMPATIYA BERSÛC DIKE’
Sonmez, anî ziman ku îstîsmara zayendî hişmendiya Ak Partiyê ya mêrê serdest nîşan dide û wiha got: “Ev hişmendî di CHP û MHP’ê de jî heye. Ji ber ji bo temenê 12 salî ji pêşnûnayê derxin neketin nava tu hewldanê. Em dipirsin gelo CHP wekî partiyek muxalif dê vê pêşnûmayê bibe Dadgeha Qanûna Bingehîn û îtiraz bike. Ez bi fikar im. Hêza ku vê pêşnûnayê bibe AYM’ê tenê CHP ye. Ger ku nêta wê ya bibe AMY’ê hebûya dê di komîsyonê de niqaş kiribûna. Lê tu mudaxaleya wan pêk nehat. Di fikraya ku hukmê riza derbas dibe û îfadeya 12 salî dê raste rast di hişê dadgeran de hikûm heta 12 salî daxe. Em vê yekê ji dozên îstîsmara zarokan dizanin. Ji bo me ya girîng temenê fîîlî ye. Ger ku temen kêmî 18 salî be hewl didin ku ceza xera bikin. Ji ber vê yekê Dadgeha Qanûna Bingehîn ev yek betal kiribû. Me xwest di pêşnûmeya îstîsmarê de temenê faîl bê rojevê. Me xwest herî zêde di navbera faîl û mexdûr de 3 sal temen hebe. Dadger dema dibîne ku faîl 18 salî be, dibêje ji xwe riza jina zarok jî heye û 16 sal ceza dide. Dadgeh wîjdanê empatî dike.
Dadger bi mexdûr re empatî pêş naxe. Lê bi bersûc re empatî pêş dixe.Em dixwazin Serokomar Erdogan pêşnûnayê erê neke.
DÊ RÊJEYA MIRINA DAYIK U ZAROKAN ZÊDE BIBE
Sonmez, da zanîn ku bûyerên ku azadiyê asten dike hemû jinan mexdûr dike û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Pirsgirêka jinê bi hişmendiya mêr tê niqaşkirin. Pirsgirêka Kurtaj ê jî û sezaryenê jî divê jin bi xwe biryarê bide. Lê em dibînin bi feraseta mêr biryar tê dayîn. Ev girêdayî sektora kapîtalîzmê ye. Ji niha û şûnde dê bi van guhertinan rêjeya mirina zarok û dayikan zêde bibe. Îstîsmara zarokan sûc e.
DIVÊ MUTABAKATA CIVAKÎ PÊK BÊ
Sonmez da zanîn ku li gel her tiştî jin bi hêz in û wiha got: “Ger ku aştî bê dê bi destê jinan pêş bikeve. Dê bu maseyên muzakereyan aştî pêş bikeve. Jin bi rêxistin in. Lê divê vê rêxistinbûna xwe mezin bikin û pêş bixin. Ger ku em aştiyê dixwazin divê em şensa xwe ya îknakirinê bikar bînin. Pêşnûma li ser berteka civakê paşve hat kişandin. Lê piştre bê deng di meclîsê re derbas kirin. Xebatên zagonçêkirinê li dijî demokrasiyê ye. Divê guhertin li ser rexabeta siyasetê neyê girtin. Dema zagon tên amadekirin divê mutabakata civakê esas bigirin.