Li metrepolê 3 jinan firina nan vekirin

STENBOL - Li Stenbolê, 3 xwişkan firina nan vekirin û bi vê firinê hem li gor çanda xwe tevdigerin hem jî debara xwe pê dikin. Jinan, anî ziman ku firina wan a nanê tenûrê rastî eleqeyeke zêde tê.

Jinên malbata Îlbars a 37 sal berê hat Stenbolê û li navçeya Sûltanbeyliyê dijîn, li cihekî nêzî navenda bajêr 2 meh berê Firina Nanê Tenûrê ya Karagulê vekirin. Jinan li hundurê firinê 3 tenûr bi cih kirin. Bi van tenûran hem li gor çanda xwe tevdigerin, hem jî bi wan debara xwe dikin.

HER ROJ NAN ÇÊDIKIN

Melek Îlbars a heta 2 meh berê jî tu kar nedikir, tenê li malê bû. Îlbarsê, diyar kir ku heta niha wê qet nan çênekiribû, lê piştî wê û xwişkên xwe biryara tiştekî wisa daye, wê dest bi çêkirina nan kiriye. Îlbars wiha got: "Me biryara da ku em nanê tenûrê çêbikin û bifiroşin. Ji bo me nanê tenûrê nirxeke çandî ye. Sedemeke ku me biryara vî karî da jî ev bû."

Îlbar, diyar kir ku kirîgerên tên firinê bi hestên cuda tên û got, ji derveyî navçeyê jî kes tên û nan dikirin. Îlbars wiha axivî: "Kesên bi tahma nanê tenûrê dizanin an jî nizanin, ji bo miraqê be jî tên nan dikirin. Heta hin jê tên wêneyan jî dikêşin. Em di rûyê kirîgeran de wê bêrîkirina ji bo nanê tendûrê dibînin. Me li vir careke din bandora qirkirina çandî ya li ser xwe dît."

ÎLBARSA ARKELOG, NIHA NANÊ TENÛRÊ ÇÊDIKE

Yek ji wan jinên ku li firina nanê tenûrê dixebite jî Gurbet Îlbars e, lê ew arkeolog e. Îlbars, anî ziman ku feraseteke ku tenê hevîr ji aliyê jinan li malê tê çêkirin heye û wiha got: "Dema ku vî karî berpêşî bazarê dikin û pereyan qezenc dikin, li pêş xwe tim astengiyên feraseta nêrza dibînin." Îlbars wiha domand: "Ewil jinan genim çandiye û ewil wan ji genim nan çêkiriye. Yanî belkî bi vî awayî em niha karê herî kevin ê li ser rûerdê dikin. Tenûr ji çanda Mezopotamyayê çanda herî kevn e. Îro me hewl da ku em vê li metrepolekî weke Stenbolê zînde bikin."

‘ELEQEYEKE ZÊDE JI BO NANÊ TENÛRÊ HEYE'

Murvet Sag a ku ji temenekî biçûk de dest bi çêkirina nan kiriye û li malê xwişka herî mezin e jî, anî ziman ku bi salan ew nan çêdike, lê hîn nû ji vî nanî pereyan qezenc dike. Sag, dest nîşan kir ku eleqeyeke zêde ji bo nanê tenûrê heye û wiha axivî: "Hin kirîger dibêjin 'Hûn bapîr, dayikên me tînin ber çavên me.' Tenê ne kurd, laz, çerkez, tirk û gelek derdorên din jî tên dikirin. Kesên ku berê qet nanê tenûrê nexwarine tên dikirin. Yanî her çi qas me nû vekiribe jî, em rastî eleqeyeke zêde tên. Heke em karê xwe bi pêş ve bibin, dilê me heye ku em yeke din jî vebikin. Bi taybetî jî deriyê me ji bo xebatkarên jin vekiriye."