EDENE - Li Edeneyê, Hikmet Şengul a 42 salî ya ku bi derfetên xwe terzîxaneyek vekir wiha got: "Jin jî dikarin bi derfetên xwe li ser piya bisekinin."
Yek ji wan jinên ku bi ked û derfeta xwe li ser piya disekine j, Hikmet Şengul a 42 salî ye. Şengul, li Taxa Şakirpaşa ya Seyhana Edeneyê tevî hevaleke xwe terzîtiyê dike. Şengul, anî ziman ku 15 sal in ew terzîtiyê dike û got, 5 sal in jî wê bi derfetên xwe atolyeyeke biçûk a dirûtinê vekiriye û pê debara malbata xwe dike.
‘TERZÎTÎ ZEHMET E, LÊ KAREKÎ XWEŞ E JÎ'
Şengul, da zanîn ku zewicandiye, lê zarokên wê qet çênebûne û wiha got: "Terzîtî karekî zehmet û xweş e. Li vir ez kincên rengorengo didirûm. Ji bo dirûtina van kincan an kirîger caw diecibîne an jî em diçin tînin. Em li gor kirger dipîvin û di navbera 2-3 rojan de didirûn. Bi piranî jin eleqeyê nîşan didin. Em hin kincan bi kirê jî didin. Mirov di dawet û şahiyan de li xwe dikin. Bûk ji bo cihêzên xwe tên ji cem me eşya dikirin."
‘BI KEDA XWE LI SER PIYA ME'
Şengul, anî ziman ku ew hewl didin çanda kurdî her tim zînde bikin. Şengul, diyar kir ku hem ew li dikanê dixebite hem jî karê malê dike, ev hinekî wê diwestîne û wiha axivî: "Wek jinekê hewl didim ji derheqê van zehmetiyan derkevim. Heke jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Tenê bila ew xwestek û daxwaza hebe. Ez bêyî bi kesekî/ê ve girêdayî bim bi keda xwe li ser piya me û têdikoşim. Jin dikarin li ser piyê xwe bisekinin."