Jin gund bi gund 'Na'yê vedibêjin

AMED - Jinên navçeya Sûrê, gund bi gund digerin û "Na"yê vedibêjin. Ji jinan Sakine Karadeniz, dest nîşan kir ku dê di 16'ê Nîsanê de jin rengê sindoqan diyar bikin.

Jin, li gel OHAL û polîtîkayên çewisîner jî, ji bo referandûma 16'ê Nîsanê "Na"yê bi rê ve dibin. Jinên navçeya Sûrê, gund bi gund digerin û "Na"yê vedibêjin. Ji jinan Sakine Karadeniz, dest nîşan kir ku dê di 16'ê Nîsanê de jin rengê sindoqan diyar bikin.

GUND BI GUND 'NA'YÊ VEDIBÊJIN

Jinên ku li gundên Sûra Amedê propagandaya "Na"yê dikin, serdana nêzî 25 gundan kirin û bi van serdanan re xwe gihandin bi hezaran jinan. Zêdeyî 30 jinên ku nêzî mehekê ye li gundan xebatan bi rê ve dibin, serê sibehê zû li avahiya HDP'ê ya navçeyê tên gel heve û berê xwe didin gundan û "Na"yê vedibêjin. Her çi qas xebatên hilbijartinê heta derengê şevê bidomin jî, lê rastî eleqeyeke zêde tên. Koma jinan a ji xwendekaran, karkeran, kebanî û dayikan pêk tê, biçe kîjan gundî bi atmosfereke mîtîngî tên pêşwazîkirin.

‘DÊ JIN RENGÊ SINDOQAN DIYAR BIKIN'

Ji dildarên "Na"yê Sakine Karadeniz, dest nîşan kir ku dê xebatên wan heta roja dawî jî berdewam bikin û got, dê jin bibêjin "Na". Karadeniz wiha axivî: "Bi coşa jinan motîvasyon û moralê me baş dibe. Dê ev cişa jinan di 16'ê Nîsanê de li sindoqan xwe bide der. Dikarim bibêjim ku, li eniya jinan ruhekî ku ji yê 7'ê Hezîranê wirdetir heye."

Semra Turan - dîhaber