AMED - Ji referandûmê re 2 roj man. Jinên HDP û CHP'î anîn ziman ku, ew ji bo referandûmê amade ne û gotin, dê jin rengê sindoqan biguherînin.
Ji referandûmê re 2 roj man. Jinên HDP û CHP'î, bang li hemû jinan kirin da dengê "Na"yê bi kar bînin û sindoqan biparêzin.
‘NEÇÛYÎNA SER SINDOQAN TÊ WATEYA 'ERÊ''
Peywirdara sindoqan a HDP'î Selma Metin, anî ziman ku dê jin rengê sindoqan biguherînin û wiha got: "Li civakê jin pêşenga guherîn û veguherînê ye." Metin, diyar kir ku divê jin ji bo pêşeroja zarokên xwe di 16'ê Nîsanê de biçin ser sindoqan û bibêjin "Na" û wiha domand: "Neçûyîna ser sindoqan tê wateya 'Erê'. Heke hûn ji vê rewşê nerihet bin û hûn dixwazin bi fikr û ramanên xwe di îdarekirina vî welatî de cih bigirin, teqez divê hûn biçin dengê xwe bi kar bînin."
‘JINÊN CIWAN BI AWAYEKÎ DILDAR DIXWAZIN BIXEBITIN'
Metin, li dijî binçavkirina peywirdarên sindoqan ên HDP'î bertek nîşan da û got, ev rewş li dijî demokrasiyê ye. Metin, xwest kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan. Metin, diyar kir ku li gel binçavkirin û girtinan jî, bi taybetî jinên ciwan dixwazin bi awayekî dildar peywirdariya sindoqan bikin.
‘DÊ JIN SINDOQAN BIPARÊZIN'
Metin, balê kişand ser sextekariyên di hilbijartinan de tên kirin û wiha axivî: "Mixabin, ji ber ku li Tirkiyeyê bîbiriya demokrasiyê tam rûneniştiye em tim ût im bi sixtekariyan re rû bi rû dimînin. Di hilbijartinan de bi taybetî li herêmên bejahiyî hêzên dewletê bi polîtîkayeke çewisîner tevdigerin. Yê ku dê li pêş van çewisandinan bisekinin dîsa jin in. Dê jin her sindoqê biparêzin. Heta hijmarî neyên kirin divê jin ji ser sindoqan veneqetin."
487 PEYWIRDARÊN SINDOQAN JIN IN
Endama MYK'ya Baskê Jinan a CHP'Ê Îlknûr Savci jî, anî ziman ku wek baskê jinan ew li her derî xebatên "Na"yê bi rê ve dibin û got, dê di 16'ê Nîsanê de jin rengê sindoqan diyar bikin. Savci, da zanîn ku li Amedê hezar û 760 sindoq hene û got, 478 jin dê li ser van sindoqan bin.
JINÊN CHP'Î JI BO REFERANDÛMÊ AMADE NE
Savci wiha axivî: "Di vê pakêtê de ji bo jinan tu tiştek jî tune ye. Jin hay ji vê hene. Me di xebatan de jî balê kiaşnd ser vê. Di xebatan de me dît ku dê jin rengê sindoqan biguherînin. Dê jin ji bo pêşeroja xwe dengê 'Na'yê bi kar bînin û dê xwedî li deng û sindoqan derkevin. Wek CHP'ê me tevdîrên xwe girtine. Em ji bo referandûmê amade ne."