STENBOL - Jinên HDK'yî yên têkildarî encamên hilbijartinê bi awayekî nivîskî daxuyanî dan wiha gotin: "Wek jinan me di tu pêvajoyê de qad neterikandine, em ê neterikînin jî."
Jinên endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî encamên referandûmê bi awayekî nivîskî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê d ewiha hat gotin: "Di referandûma ku bi destê mêr-dewletê hat çêkirin de, hikûmet li hemberî berxwedana 'Na' ya gel û jinan bi ser neketiye. Îktîdar û dewlet, li ber çavê hemû gelan bi destê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind hîle kirine. Referandûma ku di şert û mercên OHAL'ê de hat kirin û encamên wê yên ne rewa li gelên me ferz dikin. Divê bê zanîn ku, di nezda jinan de tu hikmê vê qanûna bingehîn tune ye. Em wek jinên HDK'yî, vê feraseta ku dixwaze bi endezyariya civakiyî tevbigere red dikin. Em careke din dest nîşan dikin ku, ya divê bê guherandina ne gel, bawerî, zayendî û nasnameyên çandî ne, divê vê feraseta yekparêz ya ku gelan tune dihesibîne bê guherandin."
‘JINAN TU CARÎ QAD NETERIKANDIN'
Daxuyanî wiha domand: "Di vê pêvajoyê de jinan ji bo destkeftiyên xwe û pêşeroja civakê li kuçeyan, qadan, malan, li kargehan û di siyasetê de tim têkoşîn xurt kirine. Wek jinan me di tu pêvajoyê de qad neterikandine, em ê neterikînin jî."