ENQERE - Li Enqereyê 11 jinên ku dema tundiya li dijî jinê şermezar dikirin hatin binçavkirin, dibin çavan de rastî îşkenceya fîzîkî hatin.
Li Enqereyê jinên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê şermezar dikirin, rastî mudaxaleya polîsan hatibûn û 11 jin hatibûn binçavkirin. Jina ku hatibû binçavkirin û berdan Gokçe Şenturk, diyar kir ku di bin çavan de rastî tundiyê hatine û devê wan hatiye girêdan û destê wan li pişt wan kelepçe kirine. Şenturk, anî ziman ku dema ji bo tenduristiyê birine nexweşxaneyê jî, li kontrolê rastî lêdanê hatine. Şenturk, anî ziman ku polîsan gotiye xwezî me biribûya nexweşxaneyek din û ji nivîsa rapora darbê aciz bûne.
'6 SAETAN DI BIN ÇAVAN DE HATIN RAWESTANDIN’
Şenturk,bilêv kir ku 6 saetan bê hewa di bin çavan de mane û wiha got: “Ji ber kelepçeyê zendê hevalên me birîn bûn. Em 6 saetan bê hewa di bin çavan de hatin hiştin. Cihê 11 jin lê rûnên tune bû. Em bi keyfî di hundirê erebeyê de zêde dan rawestandin. Ji ber lêdana polîsan ez nexweş ketim û bêhal bûm. Ji ber em muxalif bûn û em dengê xwe bilind kir em rastî zilma wan hatin.Ji roja AKP hatiye ser kar heta niha em jin rastî tundiyê tên. Zarok hêj nebûne18 salî tên zewicandin û dikin bûk. Piştî me tundiya polîsan a hovane li ser jinê dît, me polîtîkaya AKP’ê ya li ser jinê bêtir nas kir.