STENBOL - Jinan diyar kir ku, ew encamên referandûmê qebûl nakin û wiha gotin: "Piştî 16'ê Nîsanê jî, heta ku jin nebêjin qediya dê 'Na' neqede."
Jinan li dijî encamên referandûmê bertek nîşan dan. Diyar kirin ku ew encamên referandûmê qebûl nakin û wiha gotin: "Piştî 16'ê Nîsanê jî, heta ku jin nebêjin qediya dê 'Na' neqede."
Ji jinên Halkeviyê Ece Unsal, anî ziman ku hilbijartina ku bi dek û dolaban hatiye kirin ne rewa ye û got, ji sedî 50'î gel gotiye "Na", ji ber vê ev qanûna bingehîn jî ne rewa ye.
Unsal, diyar kir ku 3 mehan jin li her qadên jiyanê ji bo bilindkirina dengê "Na"yê tevgeriyane û wiha got: "Me beriya referandûmê jî soz dabû. Dê piştî 16'ê Nîsanê jî "Na"ya jinan neqede. Çawa ku me li kuçeyan mafê xwe yê kurtajê bi dest xist, çawa ku li Geziyê jî bi hezaran jin daketin kuçeyan û neçûn malê, çawa ku me me bi paş ve gav bi qanûna tecawizê da avêtin, em ê ji bo "Na"yên xwe jî li kuçeyan bitêkoşin."
‘DÊ JIN TESLÎMÎ YEK ZILAMÎ NEBIN'
Unsal, bi brî xist ku her çi qas "Erê" derketibe jî, dîsa OHAL hatiye îlankirin û got, ev biryar ji ber tirsê ye. Unsal wiha axivî: "Herî zêde jî ew dizanin ku rewaabûna vê hilbijartinê tune ye. Binçavkirin destpêkirin jî... Dê dîsa polîtîkayên tirsê û tepisandinê bisepînin. Lê kesên gotin "Na" ji zûv de bi wê hêrsa di dilê xwe de daketine kuçeyan. Bi taybetî jî dê jin teslîmî yek zilamî nebin."
'ENCAM ZELAL E: NA BI SER KET'
Ji Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Zeynep Altinkaynak jî, anî ziman ku li gel bi navgînên şerê taybet jin, ciwan û gel hatin çewisandin jî, lê di 16'ê Nîsanê de Serokomar Erdogan encama ku li bendê bû ji sindoqan wernegirt. Altinkaynak wiha got: "Ji aliyê me ve encama derketiye holê zelal e. Na bi ser ket. Lê belê, hem di dema dengdayînê de hem jî piştî wê, kesên ji bo parastina 'Na'yê li wir bûn bi awayekî dijwar hatine çewisandin û vîna gelan nehatiye hesibandin. Tercîh û biryara gel hatiye xespkirin. YSK; bi fermana Erdogan bi awayekî eşkere sûcdarî kiriye."
‘ENCAM XEYRÎ MEŞRÛ YE Û JI BO JINAN TU HIKMÊN WÊ TUNE YE'
Altinkaynak, anî ziman ku encam xeyrî meşrû ye û ji bo jinan tu hikmên wê tune ne û wiha axivî: "Beriya referandûmê jî, di pêvajoya referandûmê de jî û piştî wê jî em li kuçeyan bûn. Em ê tim xwedî li 'Na'ya xwe derkevin. Ji bo me derbasdariya tu qanûneke li aleyhî jinan tune ye."
‘REWATIYA ENCAMA 16'Ê NÎSANÊ TUNE YE'
Berdevka Tevgera Jinên Demokratîk (DKH) Dilşad Canbaz jî wiha axivî: "Di guherandina qanûna bingehîn a îktîdara Erdogan de, madeyeke têkildarî jinan tune ye. Ev ne tiştekî tesadufî ye. AKP a ku 15 sal in îktîdar e, bi polîtîkayên xwe yên zayendî û paşverû vê di her qadên jiyanê de nîşan da. Wek jinan me li kueçyan têkoşîn bi dest xistiye. Di dema qanûna îstismarê de, di 25'ê Mijdarê de, di 8'ê Adarê de û di Newrozê de bi têkoşîna jinan me her tim bersiva polîtîkayên paşverû yên îktîdara AKP-Erdogan daye. Îro ji bo me tu rewatiya encamên 16'ê Nîsanê jî tune ye. Em ê ne îro û ne jî sibê bi tu awayî dev ji mafên xwe yên bidestxistî bernedin. Em ê têkoşîna yekbûyî ya jinan xurtir bikin û bidomînin."
‘TÊKOŞÎN BERDEWAM E'
Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) a Stenbolê Gulçin Aykul jî wiha got: "'Na'ya jinan neqediye, têkoşîn berdewam e.' Me ev gotin bo xwe kiriye rêber û em ê li kuçeyan 'Na'ya xwe xurtir bikin. Em ê ji niha û pêve jî bi tu awayî bîadî îktîdara serdest a mêrî û dîktatorî ya ku êrîşî ked, beden û azadiya jinan dike nekin. Em ê tevî bi milyonan xwişkên xwe yên ku dibêjin 'Jiyana me, keda me, bedena me ya me ye. Ma qey te got a te ye?' em ê tim li kuçeyan bin. Em vê biryara bihîle ya YSK'ê qebûl nakin. Em ê bi motîvasyonan vîna ku jinan afirandiye em tim biqîrin û bibêjin encamên referandûmê ne rewa ne û em tim li ber xwe bidin."
Aykul, dest nîşan kir ku berxwedana jinan di wê astê de ye ku dikare mercên OHAL'ê tarûmar bike û wiha axivî: "Dirêjkirina OHAL'ê dê nikaribe têkoşîna me ya azadiya jinê asteng bike."