STENBOL - Jinên Stenbolî bertek nîşanî encama referandumê dan û gotin: "Dizî kirin û ji me girtin. Xebata me ya kolanan ne tenê ji bo çend rojan e. Têkoşîna me hêj nû dest pê kir. Em dê her dem li kolanan bin."
Referandum di 16'ê Nîsanê de pêk hat. Di hilbijartina referandumê de bi 3 pêlan dengê 'Erê' zêde derket. Li gorî daneyen YSK'ê "Na" ji sedî 48.7 û "Erê" jî ji sedî 51.3 derket. Bertek û nerazîbûnên li dijî encama referandumê zêde dibe. Jinên daketin qadan û encama hilbijartinê şermezar kirin bertekên xwe anîn ziman. Jinên daketin qadan diyar kirin ku ew dê her dem li qadan bin û têkoşîna wan nû dest pê dike. Jinan anîn ziman ku di qanûna nû de der barê mafê jinan de tu tişt tune û serokomarê bi vê hilbijartinê hat bijartin jî ne serokomarê wan e.
Jina ciwan a 22 salî Ozge Kara diyar kir ku "Na" bi ser ketiye û wiha got: "Ji bo 'erê' bi ser bikeve serî li hemû rêyên dizî, hîle û lîstik û rêbazên dijzagonî dan. Ew dizanin ku "Na" bi ser ketiye. Ji ber ku wan bi hîleyan 'erê' derxist. Di milê jinê de jî "Na" bi ser kediye. Ji ber ku pergalê her dem jin qetil kirin û wekî kole da xebitandin. Ev têkoşîna me ya li qadan ne tenê ji bo çend rojan e. Têkoşîna me ya qadan hêj nû dest pê dike."
'DIZÎN Û ŞELANDIN'
Jina 60 salî Guzin Seher jî anî ziman ku bi dizî û hîleyan dengê 'erê' derket û wiha got: "Di referandumê de aşkere dizî kirin. Li dijî vîna gel derketin. Em jin her dem aliyê heqîqet û azadiyê ne. Di referandumê de dizîn û şelandin û erê derxistin."
Jina 51 salî Selvî Ulaş jî anî ziman ku bi hîleyan 'erê' derxist û wiha got: "Ev ji wan re namîne. Gel dê hesabê vê yekê ji wan bipirse. Tirkiye dê ji xwe şerm bike."
'EM SEROKÊ WAN JÎ PERGALA WAN JÎ NAXWAZIN'
Jina 29 salî Yasemin Tiryakî jî anî ziman ku di hilbijartinê de 2.5 milyon dengê bê mohr derket û ev jî aşkere nîşana hîleyê ye. Hikûmeta niha tundî, tacîz, tecawizê bi van zagonan rewa dike. Em jin vê pergalê qebul nakin. Ev hilbijartin ne adîl e. Em jin pêşiya vê dozê bernadin.
Jina 60 salî Hanim Uluçinar jî anî ziman ku ew dibêjin "Na" û wiha got: "Me got bila zarok zêde neyên kuştin. Lê wan bi hîleyan hilbijartin li gorî xwe bi encam kirin. Em serokê wan jî û pergala wan jî naxwazin."
Hilbijêr Gulşen Kantu Şahin, jî anî ziman ku wan dengê "Na" avêt sindoqê, lê bi zorê dengê "erê" ji sindoqê derxistin û wiha got: "Divê referandum ji nûve pêk bê. Tirkiye di riya sûriyeyê de dimeşe. Li Sûriye ji ber polîtîkayên şaş welatî koç dikin."
Zeynep Tekşen (52) jî ji hemû jinan xwest ku serî netewînin û xwest referandum dubare bibe.
Jina ciwan a 29 salî Ezgi Akça jî anî ziman ku ev hilbijartin herî zêde jinan eleqeder dike û bi van guhertinan hemû mafê jinan ji destê wan tê girtin.