Atêna li dijî rejîma Îranê 17 rojin di greva birçîbûnê de ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Îranê Girtiya siyasî Atêna Dayimi 17 rojin li girtîgeha Jinan a Evîn a Tahranê di greva birçîbûnê de ye.

Girtiya siyasî Atêna Dayimi ku li Girtîgeha Jinan a Evîn a Tehranê girtî ye, bi armanca gefên hêzên rejîma Îranê yên li ser malbat xwe û girtina du xwişkên xwe şermezar bike 17 rojin di greva birçîbûnê de ye. Atêna Dayimî, destnîşan kir ku hêzên rejîma Îranê dixwazin malbatên girtiyên siyasî dîl bigrin. Dayika Atêna Dayimi, Mesume Nîmetî ku duh serdana keça xwe kir ji serwîsa Nûçeyan a Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê HRANA re axivî. Nîmetî anî ziman ku rayedarên Îranê berpirsiyarê ewlehiya canê keça wê ye û wiha got: "Rewşa Atêna ne başe, 10 kîlo daye. Serê wê gêj dibe. Gurçîkên wê ji zerer dîtine.
Ji îro ve ji bo nerazîbûna nîşandana li hember rewşa keça xwe, ez ê li ber girtîgeha Evîn çalakiya rûniştinê lidar bixim. Eger di çend rojan de bersiva min neyê dayin, ez ê dest bi greva birçîbûnê bikim.”

Atêna Dayimi ji ber ragihandina êşkenceya di nav girtîgehên Îranê û aşkerakirina navên kûjerên kesên di xwepêşandanên 2009’an yên Tehranê de hatibû girtin."