AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî encama referandumê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo Qanûna Bingehîn a "Demokratik ekolojik û azadiya Jinê" ava bikin çawa piştî darbeya 12'ê Îlonê di ber xwe dan, dê niha jî têkoşîna demokratîk a jinê û çalakiyên jinê li her qadê pêş bixin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî encama referandumê li salona Konferansê ya Vedat Aydin ya Rêxistina DBP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Li salonê pankartên “Em ê bi serokatiyê bi ser kevin”, “Bi rêxistina jinan ber bi jiyana azad ve” û wêneyên jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gel (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigit, parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk, Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Uca, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmyek, Endama Dîwana KCD'ê Gulistan Akel, hevserokên HDP, DBP'ê yên Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê amade bûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Bi Tirkî Gulcihan Şimşek, bi kurdî jî Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik daxuyanî xwend. Gulcîhan Şîmşek, ewil axivî û diyar kir ku pergala mêr ya xwe ji nû ve dîzyan dike wekî her gavê jinan hedef digire û bi mîlîtarîzma ku tê pêşxistin li ser gelan û jiyana jinan împaratoriya zilmê tê avakirin. Şîmşek, anî ziman ku li Rojava û li Şengalê jinan di demeke ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didan 8’ê Adarê pêşwazî kirin û li Kurdistanê bi tevgerên jinên tirk re di serdema OHAL’ê de gotin ‘Na’. Şimşek, anî ziman ku wan referandûm di 8’ê Adarê de bi dest xist û bi pira azadiyê ku bi berxwedanê ava kir, herikîn Newrozê.”
‘EM DÊ BI HIŞYARIYA ‘EM DÊ BI RÊBERIYA XWE TEQEZ BISER KEVIN' TÊBİKOŞIN'
Şimşek, da zanîn ku li dijî zihniyeta yekperest perspektîfa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo gelan û jinan ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê pêwiste û wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiye û avakirina Qanûna Bingehîn a Demokratîk di pêvajoya muzakere û diyalogê de têkoşyînek mezin da. Taslaka Mutabakata Dolmabahçe ji bo demokratîkbûna Tirkiye peymanek gelek girîng e. Ji ber vê yekê tecrîda di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêş dikeve, li dijî demokratîkbûna Tirkiye pêş dikeve. Em dibêjin tevî her tişî Na em bi ser ketin. Pêvajoya referandûmê da îspatkirin ku bihevrebûna jinan çiqas girînge. Ji bo ku em danesîna perspekîtîfên rêberê xwe bikin em ê hemû qad û malan veguherînin dibistanê. Em ê kampanyaya ‘Em ê bi rêbertiya xwe teqez bi ser kevin’ bi awayekî bi hêz bikin rojevê.”
Şimşek, da zanîn ku hemû derfetên dewletê ji bo "Erê" hat bikar anîn wiha got: "Beriya referandumê li Tirkiye bi sedan saziyên jinan û saziyên demokratîk hatin girtin. Qeyûm tayînî ser şaredariyan kir. Referandum di nava OHAL'ê de û di şertên ne wekhev de pêk hat. AKP-MHP bûn îtîfaq û hemû derfetên dewletê kirin xizmeta xwe. YSK'ê di 16'ê Nîsanê de darbe kir. Bi destê YSK'ê encama referandumê diyar bû. Ev darbeya li dijî vîna gel e. Tevî hemû lîstik û hîleyan jin bi ser ketin. Tevîe ku MHP û AKP'ê serî li hemû lîstik û hîleyan dan bi zorê 51 deng derxist. Li bajarên mezin winda kirin. Li Kurdistanê tevî komkujî, talankirin û wêrankirinê dîsa bi ser neketin. Gel bi berxwedan û rumeta xwe bersîv da dewletê. Yên bi ser ketin gelê Kurdistanê û Têkoşîna Demokratîk a Gelên Tirkiye bi ser ketiye. Ya bi ser ketye "Na" ye.
Civîn bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan Azadî” û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.