Jina bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

RIHA - Li navçeya Eyyubiyeyê Adil Gurses ê ku tê îdiakirin endamê terîqetê ye, bi satorê hevjîna xwe Necmiye Gurses birîndar kiribû. Piştî birîndarkirinê bi meh û nîvekê Necmiye Gurses jiyana xwe ji dest da.

Li Rihayê, jina ku hevjînê wê bi satorê êrîşî wê kiribû û bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Meh û nîvek berê li Taxa Sîgortayê ya navçeya navendî Eyyubiyeya Rihayê, Adil Gurses bi satorê hevjîna xwe ya 35 salan Necmiye Gursesê birîndar kiribû. Piştî bûyerê Gurses rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê. Piştî meh û nîvekê şûnde Gursesê jiyana xwe ji dest da.

Zarokên Gurses jî, diyar kirin ku bavê wan bi awayekî dildarî ajokariya "mele"yekî Komeleya Piştevaniya Perwerdehî û Çandî ya Suleymaniyeyê ya ku girêdayî terîqeta Menzîlê ye dikir. Zarokan anî ziman ku, ji ber vê bavê wan pir nedihat malê û gotin, ji roja ku bavê wan tevlî terîqetê bûye heta niha guherîn û veguherînên neyînî li bavê wan peyde bûye û satora ku pê diya wan kuştiye beriya bûyerê bi rojekê kiriye.

Piştî bûyerê, Adil Gurses teslîm bûbû û piştî îfadedayîna li dozgeriyê sewqî 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Rihayê hatibû kirin û bi "kuştina qesdî" hatibû girtin.