MÊRSÎN - Platforma Jinên Mêrsînê ku encamên referandumê nirxandin diyar kir ku ew ê Na’yê bigihînin 1’ê Gulanê Cejna Karkeran.
Platforma Jinên Mêrsînê bi şîara “Jinên dibêjin na referandumê dinirxînin” li SES’a Mêrsînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê platformê Hevseroka SES’ê Ozge Goncu daxuyanî xwend. Goncu, diyar kir ku ew di pêvajoya referandumê de ketine nava xebatek zêde û xebatên “Na” yên bi çoşa 8’ê Adarê meşandin heta roja dengdanê jî domandine.
Goncu, anî ziman ku encamên referandumê biqûsirin û wiha got: “Ligel van hemûyan jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Jin dê bi şîara ‘Na hêj ne qediya ye, têkoşîn nû destpê dike’ dê Na’yên xwe bigihînin 1’ê Gulanê.”