Platforma Jinên Rojnameger ên Mezopotamyayê hat avakirin

AMED – Rojnamegerên jin ên di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê kom bûn, îlankirina Platforma Jinên Rojnameger yê Mezopotamyayê bi raya giştî re parve kirin. Rojnameger Gulistan Korban diyar kir ku di navenda xebatên wan de jin hene û wiha got: "Newekheviya ku jin di civakê de dijî bi zextên di nava çapemeniyê de berdewam dike. Platforma me ya ku piştgiriyê dide hevkariya jinên rojnameger û xebatên wan, di hemû mekanîzmayên wê de jin cih digrin.”

Platforma Jinên Rojnameger ya Mezopotamyayê, bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegerên Cîhanê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê avakirina xwe bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re ragihandin. Di civîna ku gelek jinên rojnameger tevlê bûn de bi kurdî Rojnameger Gulîstan Korban û bi tirki jî Rojnameger Semra Turan daxuyanî xwend. Rojnameger Gulîstan Korban di daxuyaniyêde wiha got: “Li gel ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1993’yan de 3’yê Gulanê wek Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ragihand jî li Tirkiyeyê zextên li ser çapemeniyê her ku diçe zêde dibin. Li gorî daneyên Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) 168 û li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) jî 159 rojnameger li Tirkiyeyê di girtîghehan de tên girtin. Li gorî rapora ku di rojên borî de derbarê rewşa azadiya çapemeniyê ya 199 welatan de ji aliyê Freedom House (Mala Azadiyê) ve hat weşandin ji Tirkiyeyê re di rêza 163’yan de cih hat dayîn. Dîsa di heman raporê de derbarê azadiya çapemeniyê de “Azad”, “dibe ku azad be” û di kategoriyên “ne azad de” Tirkiye di nava welatên ku di warê azadiya çapemeniyê de “ne azad in” cihê xw girt."

'JI BO PIŞTEVANIYÊ EM HATIM CEM HEV'

Korban di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: Piştî hewla derbeya 15ê Tirmehê û bi îlan kirina Rewşa Awarte re li welêt saziyên çapemeniyê hedef hatine girtin. Hemû sazî û dezgehên çapemeniyê bi Biryarnameyên Di Hikma Kanunê re hatin girtin. Bi girtina saziyên çapemeniyê herî zêde rojnamegerên jin bê kar hatine hiştin. Li Tirkiyê yekemên Ajansa Nûçeyan ya Jinan (JINHA) jî ji wan saziyan yek bû ku hate girtin. Piştî referanduma 16 ê Nîsanê bi dirêjkirina Rewşa Awarte re zehmetî û zexta li ser rojnamegerên jin û pêvajoya bêhiquqî û antidemokratîk hê girantir bû. Em wekî rojnamegerên jin yê bê kar hatine hiştin, ji bo dengê xwe bi rayê giştî bidin bihîstin û ji bo piştevaniyê di navbera rojnamegerên jin de ava bikin hatin gel hev. Ev Platform dê ji bo hemû rojnamegerên jin û ji piştevaniya jinên navnetewî re vekirî be."

‘PLATFORM DÊ BIBE MEKANÎZMAYA PIŞTGIRIYA JINÊN ROJNAMEGER'

Rojnameger Korban, da zanîn ku ev xebat dê ji aliyê jinên rojnameger ên betal hatin hiştin ve bê meşandin û wiha lê zêde kir: "Dê armanca me ya sereke; jinên muxalif yê li hemberî bê edaletî û bê huquqî têdikoşin di bin sîwaneke de bînin ba hev. Platforma dê di pêvajoya OHAL’ê de ji bo zextên li hemberî rojnamger bê dîtin û rayê giştî bê agahdar kirin roleke girîng bilîze. Dê wekî mekanîzmayeke ku piştgirî dide jinên rojnameger tevbigere. Taybetî rojnamegerên jin ku bi KHK’yan ji kar û xebatên xwe bê par hatin hiştin, bê pişgirî kirin û ji bo karê xwe bidomînin hewildan bê dayîn.

‘DÊ TÊKOŞÎNA JINAN Û ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN BÎNIN ZIMAN'

Korban, destnîşan kir ku ji bo van hemûyan Platform Rojnamegerên Jin yê Mezopotamyayê hate avakirin û wiha bi dawî kir: "Pêkhateyên Platforma me ji rojnamgerên jin ku bi KHK’yan televîzonyonên wan, ajansên wan û rojnameyên wan hatin girtin û bê kar hatin hiştin pêk tê. Jinên Rojnameger ku di bin bana vê Platformê dê hatin gel hev dê hewil bidin li hemberî zagonên antidemokratik yê OHAL’ê têbikoşin û zextên li ser jinan raxin ber çavan. Herî dawî em wekî şopdarê Gurbetelli Ersoz, Ayfer Serçe, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Rosa Luksemburg, Emma Goldman, Virginia Woolf û Ulrike Meinhof’ an, em ê têkoşîna wan ku li du xwe hiştin bidomînin

Bijî Piştevaniya Jinên Rojnameger… ”


Rojnamegerên ku eleqeyek mezin nîşan daxuyaniyê dan piştî metn hat xwendin bi tilîlî û çepikan damezrandina Platforma Jinên Rojnameger yê Mezopotamyayê pîrozkirin.