NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyan di 4 mehên ewil ên 2017'an de herî kêm 133 jin di encama tundiya mêr de hatin kuştin.
Di serdema AKP'ê de gelek zagonên ku rê li pêş tundiya mêr vide hatin guhertin. Bi guhertina zagonan tundiya mêr a li ser jinan bû zêde bûna kuştina jinan a bi tundiya mêr jî zêde dibe. Li gorî daneyan d8i 4 mehên dî yên 2017'an de herî kêm 133 jin di encama tundiya mêr de hatin kuştin. Tundiya mêr a li ser jinan di hemû qadên jiyanê de berdewam dike. Tundiya mêr û îstîsmara mêr a li dijî jinê bi zagon û popîtikayên AKP'ê tê rewakirin û rê li pêş cezakirina mêr tê girtin. Li gorî nûçeyên Rojnameya Şujin û ajansên nûçeyan di meha nîsanê de 31 jin hatin kuştin. Li gorî daneyên ketin qeydan 24 jin li kolan û di maşîneyan de rastî tundiya meran hatin. Li gorî daneyan ji sedî 72 jin ji aliyê nasên xwe ve hatin kuştin. Ji sedî 10’ê jinan ji aliyê mêrên nayên naskirin ve hatin kuştin.
Ji sedî 10’ê jinan bi awayekî şikdar hatin kuştin. Li bajarên kurdan di 2 salên dawî de jin di encama maşîneyen zirxî li wan qelibin de jiyana xwe ji dest dan. Di meha nisanê de 2 jin di encama maşîneyên zirxî li wan qelibîn de birîndar bûn.
23 ZAROK RASTÎ ÎSTÎSMARÊ HATIN
Di meha nîsanê de 23 zarok rastî îstismara zayendî ya mêr hatin. 5 zarok ji ber îstîsmarê jiyana xwe ji dest dan. Zarokek jî di encama teqemeniya leşker û polîsan de jiyana xwe ji dest da.
DI 4 MEHAN DE 133 JIN HATIN KUŞTIN
Li gorî daneyan di 4 mehên ewil yên sala 2017’an de herî kêm 133 jin hatin kuştin. Di meha çile de 37, di meha Sibatê de 30, Di Adarê de 35 û di nîsanê de 31 bi giştî 133 jin hatin kuştin.