STENBOL - Li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê mêr jinek li kolanê qetil kir.
Li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê mêrê bi navê Î.Ç. jina bi navê F.Ç. li kolanê qetil kir. Î.Ç. hevsera xwe F.Ç., ya 7 meh berê pêre zewicî, ewil li malê zext li ser wê zêde kirin û piştî F.Ç. ji malê reviya vê carê Î.Ç. da ser pişta wê û ew li kolanê kuşt. Cenazeyê F.Ç. ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî. Kujer Î.Ç. piştî bûyerê çû navenda polîsan û teslîmî polîsan bû.