REQA- Jinên ku esaret û zilma 3 salan a DAIŞ'ê vegotin, bin kincên rengîn ên li xwe kirin wiha gotin: "Deriya azadiyê vebû. Êdî em natirsin."
Pêngava çaremîn a operasyona "Xezeba Firatê" ya ku ji bo Tebqayê hatibû destpêkirin, li ber temambûnê ye. Di operasyona ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve tê birêvebirin de, heta niha gelek tax û qadên jiyanê hatine azadkirin û niha tekane hedefa şervanan Bendava Tebqayê ye. Şervanên ku nêviyê Bendavê di bin kontrola wan de ye, di çarçoveya operasyonê de bi dehezaran sivîl ji destê DAIŞ'ê xelas kirin. Li bajarê ku li her kuçe, kolan û taxa wê tirs û xofa DAIŞ'ê hebû, niha jinên wê yên ji rojên tarî xelas bûn bi van gotinan kêfxweşiya xwe didin der: "Deriyê azadiyê vebû."
KEÇÊN XWE PARASTIN
Fatîma Abdullah (54) a ku 6 keçên wê hene, behsa zor û zehmetiyên di dema esareta DAIŞ'ê de kirin. Abdullah, diyar kir ku her roj bi tirsa ku dê keçek wê bê revandin dijiya û got ku, pirî caran wê derketina derve li zarokên xwe qedexe dikir, nedihişt keçên wê li cem hev bin û hin ji wan dişandin cem xizmên xwe. Abdullah, da zanîn ku çî wan hebûye DAIŞ'ê dest daniye ser wan û got ku, ev rewş di dema şer de zêdetir bûye.
KESÊN BI QSD'Ê RE ŞER NEKIRIN HATIN GULEBARANKIRIN
Abdullah, da zanîn ku hevjînê wê li Helebê di dema bombebaranekê de jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: "Tiştên dikirin li me ferz dikirin. Bi vî awayî çanda me dibişavtin. Çanda erebî an jî ya îslamî ne ev e. Feraseteke ku jiyanê li jinê qedexe bike, tu tiştekî nade kesî. Hema bêje hindik mabûn çanda me ji holê rabikin. Xwestin zarokên me veguherînin makîneyên mirinê. Ciwanên ku ev qebûl nedikirin li kolanên herî qelebalix ên bajêr an serê wan dihatin jêkirin an jî ew guleberan dikirin. Herî dawî ji ber tevlî wan nebûn, 17 ciwan gulebaran kirin. Bi rojan cenazeyên wan li meydanê man. Nedihiştin kes nêzî wan jî bibin. Piraniya van ciwanan jî, ji ber li dijî QSD'ê şer nekirin hatin kuştin. Kurê apekî min jî ji ber li hemberî wan derket, niha li holê naxuyê. Nêzî 5 meha ye ku hayê me jê tune ye."
'ROJÊN TIRSÎ QEDIYAN'
Abdullah, anî ziman ku ji bo rojên ronahiyî firsendek ketiye destê wan û got ku, gelê Tebqayê bi rihetî çavê xwe li rojê vedikin û wiha axivî: "Deriyê azadiyê vebû. Em ji nû ve vegeriyan jiyanê. Rojên zilm û tirsê qediyan."
'ÊDÎ EM AZAD IN'
Emine Salih jî, îşaret pê kir ku her çi qas wan nexwestiye jî, lê qadên wan ên jiyanê hatine dagirkirin û got ku, ji ber DAIŞ'ê hevjînê wê û du kurên wê mecbûr mane ku birevin. Salih a ji ber kêfxweşiyê hêstir ji çavên wê bariyan, anî ziman ku wan ji destê DAIŞ'ê gelek kişandiye û wiha domand: "Me gelek zilm dît. Me gelek êş kişandin. Lê ji ber vê kêfxweşiyê nikarim zêde tiştekî bibêjim. Ji ber wan hem hevjînê min, hem jî du kurên min sirgûn bûn. Bi salan e em wan nabînin. Li vir ez bang li wan dikim. Êdî em azad in. Em ji çeteyan xelas bûn. Niha li vir bangî we dikim, êdî em silavan jî ji we re dişînin. Demildest vegerin. Êdî netirsin. Em jî natirsin."
ÊDÎ KINCÊN RENGÎN LI XWE DIKIN
Esma Mihemed a 28 salî, dest nîşan kir ku bi hatina QSD'ê êdî ew kincên rengîn li xwe dikin û got ku, dibistan hatine girtin û li mizgeftan çetebûyînê hînî zarokan dikin. Mihemed, anî ziman ku dema ew derdiketin derve li serê kuçe û kolanan ew rastî mirovên biyanî dihatin û got ku, ji bilî rewşên mecbûrî ew dernediketin derve. Mihemed, da zanîn ku kesên derdiketin derve teqez tiştek dihat serê wan û got ku, ji ber vê gelek jin winda ne. Mihemed wiha domand: "Hîn jî aqûbeta wan nayê zanîn. Ji bo ev neyê serê me, me xwe hepsî malê dikir. Niha wek hûn dibînin, piştî QSD hat êdî em kincên rengîn li xwe dikin. Bi awayekî giştî mirov ceza dikirin. Beriya cezakirinê anons dikirin. Diviya her kes biçe. Kesên neçûnan jî dihatin cezakirin. Ji ber vê em naxwazin vebêjin, lê em bûn şahidên gelek komkujiyên dermirovahiyî. Li ber çavên me serê mirovan jê dikirin. Û wek di çanda me de tiştekî wisa hebe, bi awayekî rewa şanî cîhanê didan. Ev ne rast e. Çandeke me ya wisa tune ye."
Nazim Daştan-dihaber