'Em çi qas rêxistina xwe pêş bixin em ê ewqas bi ser kevin'

MÊRDÎN- Piştî referandumê jinan dibin banê meclisa DBP'ê de, li avahiya DBP'ê ya Qoserê civînek çêkir.

Piştî referandumê bi armanca nirxandina xebatên referandumê û mijarên di rojevê de Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê, endamên meclisa DBP'ê û endamên DBP'ê di bin banê Meclîsa Giştî ya Jinan a DBP'ê de, li avahiya DBP'ê ya Qoserê civînek çêkirin. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Hacer Ozdemîr axivî û mijarên di rojevêde nirxandin.

Ozdemîr di destpêka axaftina xwe de kesên di meha gulanê de di riya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: "Em bi saya şehîdan gihaştin vê merheleyê. Divê em tucarî keda şehîdan ji bir nekin." Ozdemîr di aftina xwe de xebatên referandumê nirxandin û wiha axivî: "Me heta demeke dirêj xebatên referandumê bi rê ve birin. Li gel hemû polîtîkayên dewletê jî, gel dengê xwe bilind kir û bi taybetî jî jinan dengê xwe bilind kir û gotin em diktatoriyê qebûl nakin."

'DEWLET JI HÊZA JINÊ YA AVAKER DITIRSE'

Ozdemîr, balê kişand ser binpêkirinên mafan ên di dema OHAL'ê de û wiha got:" Di bin navê OHAL'ê de hemû xebatên me tên astengkirin. Di hişmendiya dewletê de tu mafên jinan nîne, em vê yekê qebûl nakin. Dewletê bi rêya muxtarên gundan gef li gundiyan dixwarin, lê gel serî netewand û dîsa jî li hemberî dîktatortiyê dengê xwe bilind kir. Li gel hemû zordarî û zilmê jî em dikarin bêjin li cihên berxwedanê em bi ser ketin. Hevserokên me, endamên me yên meclis û partiyan di zîndanê de ne, em di rewşeke wiha de çûn hilbijartinan. Lê dî dîsa jî germahiya gel li hemberî me pir baş bû. Piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, yekem tişta ku kirin cihê zarok û jinan girtin. Ev jî tê wê wateyê ku ji hêza jinan û pêşengiya wê ditirsin. Di referandumê de peyama herî zelal jinan da. Bi binpêkirina referandumê re di rastiyê de dixwazin pergala hevserokatiyê ji holê rakin. Lê wê jin vê yekê tu carî qebûl nekin. "

'HEYA JIN AZAD NEBE CIVAK AZAD NABE'

Ozdemîr, got ku li Rojhilata Navîn hêza sereke kurd in û wiha domand: " Di roja me ya îro de Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, guherandin û ev guherandin jî di bin navê YPJ'ê de li Rojava tê kirin. Niha jinên kurd pêşengiya hemû jinên cîhanê dikin. Rêberê gelê kurd ev bi salane, di nava çar dîwaran de ji bo azadiya jinê têkoşînek bê hempa dide. Azadiya jinê û ya Rêber Apo girêdayî hev e. Heta Serok azad nebe, jin azad nabe û heta jin azad nebe civak jî azad nabe."

'EM ÇI QAS RÊXISTIN KIRÎBIN EM Ê EWQAS BI SER KEVIN'

Ozdemîr herî dawî balê kişand ser berxwedana jinê ya li Şengal û Rojava jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Têkoşîna herî mezin xwerêxistinkirin e. Li ser vî esasî divê jin xwe di her aliyê jiyanê de bi rêxistin bikin. Pêwiste em di ferqa hêza xwe de bin û li gorî tê xwestin em pêşengiyê bikin. Me di kesayeta jinên Şengal û Rojavayê de dît ku dema jin bawer bike û bixwaze, dikare gelek tiştan biguherîne. Em çi qas rêxistin kirîbin em ê ew qas bi ser kevin. "

Endama meclisa dayîkên aştiyê Xewlet Oncu jî axaftinek kurt kir û wiha got: "Ez jî destpêkê de şehîdên meha Gulanê bi bîr tînim û di kesayeta wan de tevahî şehîdan bi bîr tînim. Dibe ku dijmin bi hemû hêza xwe bi ser me de bê, lê em ê bi hêza jin û zarokên xwe van êrişan li valahiyê derbixin."

Civîn bi guhdarkirina stran û dayîna xwarinê bi dawî bû.