ÛŞAK - Li Karahalliyê, Bajarê Antîk ê Pepûzayê yê ku bermayiyên mezheba winda Montanîzmê ya xirîstiyaniyê lê ne, 17 sal in li benda derxistinê ye.
Li navçeya Karahalli ya Ûşakê, Bajarê Antîk Pepûza yê ku aîdî sedsala 2'yemîn e û bermayiyên mezheba winda Montanîzmê yê xirîstiyaniyê lê ne, niha li bendê ye ku bê derxistin. Di sala 2000'î de dema profesorê alman Dr. Peter Lampe û Wîllîam Tabberneeyê DYA'yî li gundê Karayakûplû yê Karahalliyê kolandin dikirin, bi çespandina Bajarê Antîk ê Pepoûzayê cara ewil rastî bermayîyên Montanîzmê hatin. Piştî xebatên kurt, careke din destûr nehat dayîn ku Prof. Dr. Lampe û Prof. Dr. Tabbernee kolandinê bikin û her wiha 17 sal in ku hîn jî der barê bermayiyên mezheba Montanîzmê de tu xebat nehatine kirin.
BERMAYÎ LI HOLÊ NE, LÊ RAYEDAR TUNE NE
Der barê mijarê de bi riya telefonê em li Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Ûşakê û Gerînendetiya Çand û Turîzmê ya Walîtiya Ûşakê geriyan, lê belê gotin "Rayedar tune ne" û bi vî awayî der barê rawestandina xebatan de agahî nedan.
MEZHEBEKE KU JIN PÊŞENGIYA WÊ DIKIRIN
Di pirtûkên ku li ser xirîstiyaniyê hatine nivîsandin de, tê vegotin ku mezheba Montanîzmê piştî Îsa di sala 165'an de li Frîgyayê derketiye holê û ji aliyê xirîstiyanên serdema ewil ve hatiye çêkirin. Tê diyarkirin ku, pêşengê Montanîzmê Montanûs e û ji bo xwe bajarê antîk Pepûzayê wek navend hilbijartiye û her wiha tê gotin ku, ev bajar ji Îtalyayê heta Afrîkaya Bakur wek navenda hecê ya Monatîstan hatiye bikaranîn. Montanîzm girîngiyê dide jinan û tekane mezhebê xirîstiyaniyê ye ku di desteya rehîban de jin cih girtine. Piştî ev mezheb derdikeve holê, di demeke kurt de bi lez û bez belav dibe, xwe digihîne heta Roma û Stenbolê. Tê diyarkirin ku, li şaristaniya Frîgyayê ev mezheb tesîrê ji çanda xwedewend Kybeleyê digire û di civak û rêveberiya dêrê de mafê jin û mêran wekhev bûye. Piştî pêşengê vê tevgerînê Montanûs, jinên bi navê Prîscîlla û Maxîmîlla pêşengiya wê dikin û tê gotin ku, hîn jî li Îtalya û Afrîkaya Başûr parêzvanên vê mezhebê hene. Dîsa tê diyarkirin ku bi demê re Bajarê Antîk Pepûza, ji bo kesên li herêmê wek navendeke hecê bûye û piştî zayînê di sedsala 6'emîn de montanîstên ku nikarin xwe li ber çewisandinên rêveberiya Împaratorê Bîzansê Justînîanûs ragirin, deriyê dêrê li ser xwe digirin û xwe dişewitînin.